Delîla ku wekîl daye girtin tenê îxbareke li BÎMER'ê hatiye kirin

ÊLIH - Di îdianameya der barê Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besima Konca hat amadekirin de, li Êlihê beşdarbûna wê ya merasîma cenazeyê Cihat Turkan ê li Sûrê jiyana xwe ji dest da wek delîla "Propagandaya rêxistinê" û "Endamtiya rêxistinê" hat hesibandin. Hat zanîn ku ji bo îdianameyê tekane delîl jî ew e ku îxbareke li BÎMER'ê hatiye kirin.

Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca, di 12'ê Kanûna 2016'an de li Enqereyê hatibû binçavkirin û di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de ew anî bûn Êlihê. Konca pêşî bi şertê venêrîna edlî serbest hatibû berdan û paşê li ser îtiraza dozgeriyê hat girtin û ew şandibûn girtîgehê. Konca, bi hinceta beşdarî merasîma cenazeyê Cihat turkan ê li Sûrê jiyana xwe ji dest da bûye bi îdiayên "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" tê tawanbarkirin. Îdianameya ku ji rûpel û nîvekê pêk tê û ji 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê re hat şandin, ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin.

ÎXBARÎ BÎMERÊ HAT KIRIN

Di îdianameyê de, nameya îxbarê ya ji aliyê kesê bi navê Caner Çetinkaya ya di 17'ê Adara 2016'an de bi rêya BÎMERÊ hat şandin wek hincet tê nîşandan. Di nameya îxabarê de wiha hatiye diyarkirin; "Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca beşdarî merasîma cenazeyê endamê rêxistinê Cihat Turkan ê li Sûra Amedê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin bûye" û hatiye diyarkirin ku Konca di merasîma cenaze de wiha axiviye: "Dê û bavên Cihat û gelê Êlihê hûn li ser serê min û çavê min re hatin. Em ê şehîdê xwe jîndar bikin. Em ê di rêça wî de bimeşin."

Dê rûniştina dozê di rojên pêş de dest pê bike.