Girtiyê ku emeliyata wî tê astengkirin bi pençeşêrê re rû bi rû maye

ÎZMÎR - Çiçek Aydin, hevjîna girtiyê nexweş Yusuf Aydin ê ji ber emeliyatkirina wî ya prostatê tê astengkirin bi rîska pençerê re rû bi rû maye, got rêveberiya girtîgehê tedawiyê asteng dike. Aydin, diyar kir ku di heman demê de hevjînê wê melekeya xwe ya dîtinê jî winda kiriye û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Li Îzmîrê, girtiyê bi navê Yusuf Aydin (55) ê 24 sal berê bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin û li Girtîgeha Jimare 4'an a Tîpa T a Şakrana Alîagayê tê ragirtin ji ber nexweşînên xwe yên prostat, qetandina rehikên çongê, şekirê nepen û nerihetiyên madeyê her diçe rewşa wî xerabtir dibe. Çiçek Aydin, diyar kir ku ji ber nexweşîna prostatê ya hevjîna wê nayê emeliyatkirin niha bi rîska pençeşêrê re rû bi rû maye û dest nîşan kir ku, rêveberiya girtîgehê tedawiyê asteng dike.

‘ÊŞÊN WÎ VEGUHERÎNE ÎŞKENCEYÊ'

Aydin, anî ziman ku rewşa tenduristiya hevjînê wê her diçe xerabtir dibe û got, ji ber hevjînê wê tedawiya bi kelepçeyî qebûl nake, nayê tedawîkirin. Aydin, dest nîşan kir ku di demên dawî de ji ber êşên hevjînê wê veguherîne rewşa îşkenceyê, daxwaza sewqkirinê kiriye, lê belê ev daxwaza wî ji aliyê îdareya girtîgehê ve hatiye redkirin û wiha got: "Ji ber li girtîgehê cih tune ye, gelek girtî ji neçarî li erdê radizên. Sepandina yekrêzî li wan tê ferzkirin."

‘BI RÎSKA PENÇEŞÊRÊ RE RÛ BI RÛ YE'

Aydin, diyar kir ku êdî hevjînê wê melekya xw eya dîtinê jî winda dike û wiha axivî: "Ji bo tedawiya prostatê hevjînê min şandine Stenbolê. Lê li Stenbolê bêyî wî bibib nexweşxaneyê jê re gotine, 'tu tiştekî te jî tune ye' û wî dubare anîne Îzmîrê. Ji ber hevjînê min nayê emeliyatkirin, bi rîska pençeşêra prostatê re rû bi rû maye."

‘PITIKA DU MEHÎ JÎ RASTÎ LÊGERÎNA TAZÎ HAT'

Aydin, balê kişand ser pirsgirêkên ku îdareya girtîgehê ji bo malbatan derdixe û wiha got: "Ji bo ez neviyê xwe yê 2 mehî rê hevjînê xwe bidim, min ew bir girtîgehê. Li girtîgehê, ew lêgerîna tazî ya malbat rastî wê tên, li pitika 2 mehî jî ferz kirin." Aydin, dest nîşan kir ku li girtîgehê çewisandin û pêkûtiyên li ser girtiyên siyasî her diçe zêde dibin û wiha axivî: "Dê ev zilm heta kuderê bidome. Bi vî awayî dixwazin me bitirsînin. Lê belê em natirsin û dev ji doza xwe bernadin. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Ji bo girtiyên nexweş bên tedawîkirin, divê bên tahliyekirin."