Li nav ava wek qeşayê li kevzê digerin

WAN - Li Çildiranê, gamêşên ku havînan li mêrg û zozanan tên xwedîkirin, di zivistanan de ji ber kêmbûna giya û kayê wan berî çemê wek qeşayê didin. Gamêş pêşî qeşayê dişikînin û paşê li nav avê bi saetan li kevzan digerin.

Li taxa Orûçlû ya navçeya Çildiranê ya Wanê, xweyîkerê gamêşan ji ber mesrefa zêde ji neçarî heywanan li nav kevzên di nav ava wek qeşayê sar de diçêrînin. Gamêşên ku havînan li mêrg û zozanan tên çêrandin, zivsitanan peydakirina êmê wan zehmet e. Ji ber vê, niştecihên taxê jî gamêşên xwe dibin ser Çemê Kazgoluyê û li wir bi saetan wan didin sekinandin.

BI KEVZAN TÊN XWEDÎKIRIN

Xweidyên bis edan gamêşî şeveqê zû heywanên xwe dibin ber çem û gamêş li nav ava wek qeşayê sar li kevzan digerin. Gamêşên ku heta roj diçe ava di nav avaê de ne, pêşî qeşayê dişikînin û paşê li nav avê bi saetan li kevzan digerin. Gamêşên têr dibin, danê êvarî dibin rêz û berê xwe didin axurên xwe.

‘LÊNERÎNA WAN ZAF ZEHMET E'

Ji xweyîkerên gamêşan Ahmet Beyazsu, dest nîşan kir ku li herêmê li gor berê xwedîkirina gamêşan kêm e û wiha got: "Ji ber bimesref in kes êdî wan xwedî nake. Bi taybetî di zivistanê de zaf giya û akyê dixwin. Ji ber vê cotkar zehmetiyê dikêşin. Em havînan gamêşan ji bo çêrî dibin mêrg û zozanan. Ji ber zivistanan jî mesrefa wan zêde ye, em jî wisa wan bera nav avê didin. Ew jî bi kevzan xwe têr dikin."

Selman Keleş - dîhaber