Hiqûqnas: Li dijî binpêkirina darazê 'Na'

MÊRSÎN - Huqûqnasan diyar kir ku, heke pakêta guherîna Qanûna Bingehîn berpêşî referandûmê bê kirin, ew ê bibêjin "Na" û daxuyandin ku ew ê ji bo veqetana hêzê û ji bo daraz nekeve bin banê wesayetê ew ê li hemberî guherînê bibêjin "NA".

Huqûqnasan diyar kir ku, heke pakêta guherîna Qanûna Bingehîn berpêşî referandûmê bê kirin, ew ê bibêjin "Na". Parêzer Şerife Arici Yildiz, diyar kir ku li gel girtina ewqas televîzyon û rojanameyan, ew referandûmê rewa nabîne û wiha axivî: "Mafê diyarkirina 15 endamên daraza bilind dikeve destê serokomar û partiya wî; ev tê wateya ku ji dewleta huqûqê çûyîna ber bi dewleta biryarnameyan. Li pêş darazê lêzêdekirin peyva serbixwe, nayê wateya serdestiya huqûqê, serbixweyiya darazê. A rast daraz vediguhere daraz partiyê. Dixwazin çarenûsa welat radestî nav du lêvên kesekî bê kirin. Dema mirov tenê di vî warî de jî lê binihêre, ji aliyê huqûqnasekî ve ne mumkun e ku ev bê qebûlkirin."

‘JI DARAZEKE KU TÊKEVE BIN WESAYETÊ RE NA'

Yildiz wiha axivî: "Bi guherandina Qanûna Bingehîn re dixwazin darazê radestê partiyekê bikin. Di vê rewşa ku bi pinicrandina hesta edlatê encam dibe re, tenê ne pirsgirêkên şexsî dê yên civakî jî derkevin holê. Siyasîbûna darazê li mewzû bahîs e, ev tê wateya dê 15'ê Tîrmehî û avayiyên cemaetê yên nû derkevin holê. Li gor van rastiyan ji darazeke ku têkeve bin wesayetê re 'Na'."

‘JI BER TU XÊRÊ DI VÎ KARÎ DE NABÎNIM DIBÊJIM NA'

Parêzer Ali Bozan jî anî ziman ku, ew ê ji bo Tirkiyeyeke ku mirov di referandûmê de ji bo çi dibêjin "Erê" an jî ji bo çi dibêjin "Na" û da bi awayekî aşkere karibin hincetên xwe vebêjin ew ê bibêje "Na".

Parêzer Mehdi Zana Akkaya jî diyar kir ku guherandina Qanûna Bingehîn li dijî huqûqê ye û wiha axivî: "Ez di vî karî de tu xêrê nabînim û ji bo vê ez dibêjim 'Na'."

‘JI BO PARASTINA VEQETANA HÊZÊ NA'

Parêzer Ozgur Çaglar jî daxuyand ku ew ê teqez bibêje "Na" û wiha got: "Hêvîdarim dê ji bo me hemûyan encameke bi xêr derkeve. Wek huqûqnasekî ji ber rêgeza veqetana hêzan bi temamî tê binpêkirin, qanûnçêkirin, birêvebirin û daraz dikeve destê kesekî ez ê bibêjim 'Na'."

‘JI PERGALEKE WEK A PERWERDEHIYÊ TÊ GUHERANDIN RE NA'

Parêzer Selçuk Binici jî got, bi guherandina Qanûna Bingehîn re dê feraseteke tekparêz derkeve holê û diyar kir ku bi guherandinm re rê li ber kesên dixwazin rayeyan ji bo tiştên xerab bi kar bînin tê vekirin. Binici, diyar kir ku divê mekanîzmaya venihêrînê ji holê neyê rakirin û got, bi guherandinên heyî re mekanîzmaya venihêrînê ji holê hatiye rakirin û ferzirinek berpêşî civakê tê kirin. Binici yê hincetên xwe diyar kirin bang li hemû derdoran kir da bibêjin "Na".