Ji suniyan re cuda ji êzidiyan re cuda

MÊRDÎN - Li kampa AFAD'ê ya Midyadê, xizmeta tenduristiyê ya ji bo penaberên Sûriyeyê tê dayîn, êzîdiyên li kampê jê tên mehrûmkirin. Silo Ehmed ê tevî 4 zarokên xwe li kampê dimîne, ji bo mesrefê dermanên zarokê xwe yê nexweş banga alîkariyê kir.

Li kampa AFAD'ê ya li navçeya Midyadê ya Mêrdînê, xizmeta derman û tenduristiyê ya ji bo penaberên ji Sûriyeyê hatine tê dayîn, êzîdiyên ji Şengalê hatine jê tên mehrûmkirin. Êzîdiyên tevî suniyan li heman kampê dijîn, bi şik û guman in û li gel vê ji ber ji bo wan jî xizmeta tenduristî û dermanan nayê dayîn, pirsgirkên wan ên tenduristiyê zêde dibin. Li kampê ji gelek zarokên nexweş yek jê jî Reyanê 5 salî ye. Reyan ê nexweşîna paşveçûyîna mezinbûnê lê peyda bûye, ji ber vê nexweşîna xwe mezin nabe. Ji bo Reyan bê tedawîkirin, bavê wî Silo Ehmed hewl dide. Silo ji bo kurê xwe wiha bang kir: "Ji ber pereyên me tune ne em nikarin biçin nexweşxaneyê. Ji bo kurê min baş bibe em alîkariyê dixwazin."

'TEVÎ 4 ZAROKÊN XWE LI ÇOLAN MAM'

Silo Ehmed, bi brî xist ku ji ber êrîşên DAIŞ'ê ew ketine ser riya koçberiyê û anî ziman ku, tevî 4 zarokên xwe li çolan maye û tî û birçî meşiyane. Ehmed, got ew li Nisêbînê li kampê hatine bicihkirin û paşê bi zorê ew li kampa Midyaydê bi cih kirine.

‘JI SIBEHÊ HETA ÊVARÎ EM BEHSA ŞENGALÊ DIKIN'

Silo Ehmed, got ew 3 sal e li Kampa Midyadê dimînin û wiha got: "Em ji sibehê heta êvarê rûdinên û behsa Şengalê dikin. Ji ber me Şengal wisa hişt û em hatin, em li ber dikevin. Li van deran berê emsrefên me yên nexweşxaneyê dihatin dayîn, êdî ew jî tune ye. Li Nisêbînê jî tiştekî wisa tune bû."

'JI BO KURÊ MIN BAŞ BIBE EM ALÎKARIYÊ DIXWAZIN'

Ehmed, ragihand ku kurê wî Reyanê 5 salî mezin nabe û kîloyên wî zêde nabin û wiha got: "Dema em nexweş dikevin, heke gel alîkariyê bike em baş dibin, dema alîkarî tune be em wisa di halê xwe de dimînin. Kurê min Reyan ev 3 meh e 5 salên xwe tije kirine. Lê tu pêşveçûyîn tune ye, mezin nabe. Ji be rpereyên me tune ne, em nikarin biçin bijîşkan. Ji bo başbûna kurê min em alîkariyê dixwazin."