Der barê Sariyildiz û Irmak de 3 sal ceza hat xwestin

AMED- Der brê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak de, bi hinceta li Silopiyayê beşdarî meşekê bûne, bi daxwaza 3 sal cezayê hepsê doz hat vekirin.

Der barê parlementerên HDP'ê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz de, bi hinceta di 29'ê Çileya 2014'an de li navçeya Silopiyaya Şirnexê bi pêşengiya Rêxistina BDP'a Bajêr beşdarî meşa silavdayîna Rêveberiyên Xwesriya Demokratîk ên li Rojavayê hatin îlankirin, protestokirina "dîwarê şermê" yê di navbera Tirkiye û Rojavayê de hat lêkirin bûn, îdianame hat amadekirin.

Di îdianameya ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Silopiyayê ve hat qebûlkirin de, der barê Sariyildiz û Irmak ên beşdarî meşê bûne bi hinceta "Lidarxistina civîn, meş û xwepêşandanên derqanûnî" ji salekê heta 3 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.

Dê rûniştina dozê di rojên pêş de bê dîtin.