'Duh ermenî îro kurd xayin îlan kirin'

DÎLOK - Dîrokzan Murat Uçanerê amedekariya romana ku ji jiyana endamê PKK'ê û serleşkerê ermenî Kwork tîne beramberî hev nivivîse. Uçaner diyar kir ku di dîroka dewletê de duh ermenî îro kurd xayin in.

Dîrokzan Murat Uçaner ê 56 salî yê li Dîlokê mezin bûye, piştî 40 saliya xwe fêr bû ku li Dîlokê gelek ermenî hene. Uçaner dema li Dîlokê karê restorasyonê dikir, rastî afîşek “xana 150 salî ya ermeniyan” hat û pirsa yekem ya gelo ermenî li vir jiyane û xan çêkirine? ket hişê wî. Dema ku Uçaner çend meh şûnde avahiyek dîrokî restore dikir di nava ahşapê de wêneyek kevn dît. Di wêde de jinek ku di destê wê de çekek heyî û kolyeya wê gule heye. Li pişt wêne nivîsa biyanî û 1910 nivîsiye. Uçaner ewil fikirî ku nivîs erebiye. Piştî ji hevalên xwe yê ereb pirsî û fêr bû ku ew nivîs ermeniye. Piştî rêberekî turîstan ku hat Dîlokê nivîsa li ser wêne ji Uçaner re vergerî Tirkî kir. Li pişt wêne navê pênç kesan hebû.

WÊNEYEK BÛ SEDEMA NASKIRINA GELEKÎ

Uçaner, diyar kir ku heta wê demê wî ermenî mereq nekirin û wiha got: "Lê piştî min navê pênç kesan li ser wêne dît, der heqê ermeniyan de 5 pirs di hişê min de çêbûn. Min dest bi lêkolîna wan kir. Ji ermeniyê li derveyî welat fêr bûm ku ew jin hevsera serleşkerê ermenî Kworkê ji bo mafê ermeniyan li Sasonê têdikoşa ye. Piştî wê ji hevalek ermenî yê li Emerîkayê min pirtukek li ser ermeniyan lê bi zimanê îngilîzî xwend. Vê carê 5 pirsên serê min de gihiştin hezaran. Lê ew pirtuk tenê êşa pirtuka dîroka ermeniyan bû. Min vê carê di encama lêkolînan de xwe gihand pirtuka bingehîn. Lê ew bi zimanê ermenî bû.”

JI BO DÎROKA ERMENIYAN FÊRÎ ERMENÎ BÛ

Uçaner, ji bo pirtukê bixwîne li ser înternet û siteyan xwe fêrî zimanê ermenî bû. Ji ber ku gelê ermenî sirgunê Suriye yê bibûn çend pirtuk li wir nivîsandin. Uçaner xwe gihand hinek pirtukan û heta niha bi hevalek xwe re pirtuka (Tekoşîna hebûna Dîlokê) ya bi ermenî li ser dîroka ermeniyên Dîlokê zivirandine tirkî. Heta niha Uçaner û hevalê xwe 15 pirtukên li ser dîroka ermeniyên Dîlokê kom kirin.

‘DÎROKA RAST HERTIM HATIYE VEŞARTIN’

Uçaner diyar kir ku gelê herêmê ermeniyan nas nasnakin û wiha axivî: “Dîroka fermî li Tirkiye ermenî wekî kesên xayin nişanî gelê Tirkiye daye. Niha jî li cihê “ermeniyên xayîn” hatibû nivîsandin îro “kurdên xayîn” tê nivîsanin. Ji ber ku duh ermenî nas nedikirin ermenî xayîn bûn. Niha jî kurd mereq nakin kurd xayînin. Ji ber ku 100 sal berê jî ermeniyan ji bo parastina xwe xendek kolabûn. Lê mixabin gel tenê dîroka dewlet ji wan re dibêje berçav digire. Bi xwe lêkolîn nakin.”

‘DEWLET GER JI DÎROKA XWE ŞERM NEKE, VENAŞÊR E’

Gel tene navê ermeniyan dizane. Lê mereq nakin lêkolîn nakin. Ji ber ku bi çavê dîroka xelet a dewletê dîrokê zanin. Ji ber vê yekê wek kesên xirab, xayîn ermeniyan nas dikin. Duh ermenî îro kurdan xayin dibînin û didin naskirin. Ji bo sibe em qala komkujiya kurdan nekin. Divê em kesên ronakbîr ji gel re bejin. Lê mixabin ji ber gel lêkolîn nake. Dîroka ermeniyan nehatiye dîtin. Eger dewletek ji boriya xwe şerm neke hewla veşartinê nade, wê demê ji tiştên kirine şerm dikin.”

“ÎRO ŞÛRÊ OSMANIYAN LI SER STUYÊ ME YE DÊ SİBE Lİ SER STUYÊ WE BE’

Uçaner, ani ziman ku di destê wan de 30 pirtukên li ser dîroka ermeniyên Dîlokê hene û dê hewl bidin wan bizivirînin tirkî û wiha got: “Ez dixwazim jiyana Kwork û gerîllayek kurd beranberî hev bikim. Ji bo ku xeletiyên wê demê hatîn kirin îro neyên kirin. Kesek ermenî di sala 1893’an de li Sasonê ji begek kurd re dibêje ‘Îro şûrê Osmaniyan ser stuyê meye, dê sibe li stuyê we be. Werin em bibin bira, şurê Osmaniyan negirin”. Piştî wê 20 sal em dizanin Komar çi bi serê kurdan anî. Mînaka herî nêz jî ji 2015’an ve her kes dizane çi tê kirin. Divê em kesên ronakbîr di serê gel de nîşanên pirsan çêbikin.”

Berîtan Îrlan - dihaber