Ji ber kovara biryara berhevkirinê nîne 6 meh in girtî ye

ÎZMÎR - Rabîa Ozkaya ya ku li buroya Ozgur Halkê ya Îzmîrê hate girtin 6 meh in li bendê ye ku îdianame bê amadekirin.

Rabîa Ozkaya ya ku li buroya Ozgur Halkê ya Îzmîrê di 5'ê îlona 2016'an de hate girtin 6 meh in li bendê ye ku der barê wê de îdianame bê amadekirin. Ligel ku der barê kovarê de biryara berhevkirinê tunebû jî Ozkaya ya bi îdiaya "propagandaya rêxistinê hat girtin li ser dosyayê jî biryara veşarîbûnê heye.

LÊKOLÎN BERDEWAM DIKE

Parêzerên Ozkaya diyar kirin ku li buroyê polîsan di serdegirtinan de telefon, leptop, hard diskên kompîturan desteser kirine û ev tên lêkolînkirin. Tê gotin ku dozger i benda lêkolîna polîsan e, lê sînorê dema vê lêkolînê jî dê kengî biqede nayê zanîn.

RASTÎ PÊKÛTIYAN TÊN

Hate hînbûn ku Ozkaya ya li Girtîgeha Şakranê ye rastî pêkûtiyan tê. Xwîşka Ozkaya, Guney Ozkaya têkîldarî mijarê wiha got: "Tu sûcê xwîşka min tuneye divê heman rojê bihate berdan lê çend meh in girtî ye. Ji bo ku em xemgîn nebin Rabîa dibêje baş im. Lê rewşa girtîgehê venabêje. Em dur in û nikarin biçin hevdîtinê. vî mehê tenê 2 caran çûm. Em tiştekî dişînin 2 mehan nagihîje destê wê."

Ozkaya xwest ku xwîşka wê bê berdan û wiha axivî: "Ligel ku me daxwazname daye jî xwîşka min dernaxînin dadgehê. Bila îdianameya wê bê amadekirin. Bila bê dadgehkirin ku em jî bizanibin. Êdî em dixwazin dosyaya wê bê vekirin. Em dixwazin fêrî rewşa wê bibin. Tu sûcê wê tuneye û li hundir e."