Li Egeyê hewayê ‘Na’

MUGLA/AYDIN - Hêzên Ked û Demokrasiyên yên ku li bajarên Egeyê amadekariyan dikin ku di referandumê de bêjin ‘Na’ xebatên xwe didomînin. Li Mugla û Aydinê jî partiyên siyasî xebatan didin meşandin û banga bikaranîna denge ‘Na’ li gel dikin.

Hêzên Ked û Demokrasiyê û partiyên siyasî yên li Mugla û Aydinê, xebatên xwe yên ku dê di referandumê de bêjin ‘Na’ bi leztirkirin. Serokên Patiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Yeketiya Şoreşgeran (DP), Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîstê (SYKP), Komeleya Mafê Mirovan a Aydinê, (ÎHD), Egîtîm Sena Aydinê, Partiya Kedê (EMEP) diyar kirin ku ew ê derî bi derî bigerin û çima dibêjin ‘Na’ ji gel re ravebikin.

HDP: EM Ê MAL BI MAL BERÎ BI DERÎ BIGERIN

Hevserokê HDP’ê yê Muglayê Mehmet Kaya diyar kir ku ew ê di çarçoveya programa navenda giştî de li Mugla û hemû herêma Egeyê xebatên ji bo ‘Na’ bidin meşandin û wiha got: “Em ê mal bi mal derî bi derî bigerin û xwe bigihînin hemû kesî. Hevserokên me yê giştî û parlamenterên me yên bi vîna gel hatin hilbijartin niha girtî ne. Bi girtina wan peyama vîn û aştiya gel girtiye didin me. Ji ber vê çi dibe bila bibe em ê bêjin Na. Ger guhertinên qanûna bingehîn ji referandumê re biçe dê denge NA zêdetir be. Me li navçeyên Muglayê bi kê re hevdîtin pêk anîn gotin em ê bêjin Na. Civak li dijî rejîma zilamekê ye. Kombûna hemû rayeyan di deste kesekê de cihê xwe di hiqûqi û demokrasiye de tune ye.”

SYKP: JI BO KOMAREK DEMOKRATÎK NA

Endamê Meclîsa Partiya SYKP’ê Mahmut Hayrî Sucu, da zanîn ku nîqaşên qanûna bingehîn ji destpêkekê zêdetir encameke û wiha pêde çû: “Dixwazin faşîzmê bisazîbûn bikin. Pergalê ji xwe re tîtanîkek ava kir û difikire ku yê herî bi hêz ewe. Lê difikire ku em jî ne wekî halê xwe yê heyîne. Hêza me ya veşartî sedcaran ji ya tê dîtin bihêztire. Em ê bi tena sere xwe na em ê bi berxwedêr, demokrat û welatparêzan re bên cem hev û bersiv bidin. Dîrokê nîşanî me da ku ‘kesên li dijî faşîmê neyên cem hev dê li girtîgehan bên cem hev’. Em ê mal bi mal derî bi derî bigerin û çima dibêjin ‘Na’ ji gel re vebêjin. Piştî di referandumê de na derket dê têkoşîna me bi dawî nebe. Heta li ser vê axê komara demokratîk bê avakirin dê têkoşîna me bidome. Ji bo cîhanek azad û komarek demokratîk em dibêjin Na.”

DP: EM Ê BIÇIN CEM GEL

Serokê Partiya Şoreşgeran ê Muglayê Yusuf Ziya Keskîn nî ziman ku ew e bi gel re bên cem hev denge ‘Na’ birêxistin bikin û wiha got: “Em ê vê jî ji gel re vebêjin, dema em dibêjin na nayê wê wateyê ku em cihê niha dipejirînin. Ji bo komarek demokratîk em ê bêjin Na.”

EGÎTÎM SEN: PAKET MAFÊN BINGEHÎN Û AZADIYAN HEDEF DIGIRE

Sekretere Egîtîm Sena Aydinê Seyît Pak bi lêv kir ku paketa ku AK Patî û MHP’ê wekî agir di meclîsê re derbas kirin mafên bingehîn û azadiyan hedef digire û wiha domand: “Pêwîstiya Tirkiyeyê bi qanûnek bingehîn a nû û pergaleke nû heye. Divê qanûna bingehîn ku gel, rêxisitnên demokratîk û sendika jî tevlî bibin bê çêkirin. Lê qanûna bingehîn a niha hemû rayeyan dide zilamekê ev nayê pejirandin. Têkoşîna me ji bo rastkirina vê diome û gotina Na jî parçeyek ji vê têkoşîna me ye.”

EMEP: HEMÛ ALIYÊN CIVAKÊ NERIHETIN

Serokê EMEP’ê yê Aydinê Aburrahman Saran destnîşan kir ku nîqaşên pergala serokatiyê rojeveke derbaskere û wiha got: “aliyek welat tê xirakirin û welatî bi zorê tên koçber kirin. Li aliyê din bêkarî, ferqîrtî, krîza aborî heye di nava van pirsgirêkan de nîqaşên serokatiyê bê watene. Zilam li gelê kurd kirî li holê ye. Ji xwe CHP dê bêje Na. Alîgirên MHP’ê jî acizin û dê bêjin Na.”

ÎHD: PÊŞNÛME NIRXÊN DEWLETEK HIQÛQÊ PÊŞWAZÎ NAKE
Serokê ÎHD’a Aydinê Enver Ozdemîr, bi lêv kir ku li bajarên qedexeya derve hat îlankirin bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane û wiha axivî: “Hemû Mal hilweşandin. Cenze li kolanan hiştin bi taybet yê dayîka Taybet. Cenazeye zarokên 10 salî di sarincan de hiştin ev hemû nîşanî me didin ku em ê çi bikin. Di pêşnûmeya qanûna bingehîn a pergala serokatiyê de nirxên dewletek hiqûqî tune ne. Em ê ji ber vê bêjin Na. Em ê ji dîktatoriya yekperestiyê re bêjin Na.”