Çemê Munzurê qeşa girt

DERSIM - Çemê Munzurê ya ku kaniyên li navçeya Pulurê derkive bi sermayê re qeşa girt.

Çemê Munzurê ku ji bo welatiyên herêmê pîroz tê dîtin bi sermayê re qeşa girt. Li herêmê berf gihîştiye 2 metreyan û serma jî heta 20 derece bin sifirê ketiye. Kesên ku çemê qeşa girtiye dîtin matmayî dimînin. Wênekêş Anik Gedîk ê ku wêneyê çem kişandiye wiha got: "Bi salan e li Pulurê me lê care yekem e ez dibînim çem vî rengî qeşa girtiye."

Çemê Munzurê û geliyê Munzurê ku her demsalî bi xwezaya xwe ye ku mirovan sermest dike bi projeyên bendga û HES'an ve bi xetereyê re rû bi rû ne.