EDENE- Li Edeneyê di serdegirtinên malan de herî kêm 22 kes hatin binçavkirin.
Li Edeneyê polîsan bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin. Li malan lêgerîn hat kirin û herî kêm 22 kes ji ber parvekirinên xwe yên çapemeniya civakê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê ya li Saziya Tiba Edlî birin enmiyeta bajar.