DÎLOK - Dozgerê Komarê yê Dîlokê hewce bi lêpirsîna komkujiya di daweta li Dîlokê de 56 kesan jiyana xwe ji dest da, nedît.
Li taxa Beybahçe ya Navçeya Navendi Şahinbeya Dîlokê di 20'ê tebaxa 2016'an de di daweta malbatek berwarî ya Sêrtê de êrîşa bi bombeyî pêk hatibû û di êrîşê de 56 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê Dozgerê Komarê yê Dîlokê Fatih Adiguzel lêpirsîn dest pê kir û biryar da ku pêdivî bi lêpirsîn û dozê tune ye. Dozger der barê lêpirsîna 3 kesên têkildarî kuştina 56 kesan ji malbatan re ragihand.
'YÊ FERMAN DA MIR'
Dozger parast ku kesê şikdar Mehmet Kadir Cabael berpirsiyarê mala hucreya DAÎŞ'e ya li Dîlokê bû. Dozger parast ku ev kesê şikdar êlekêm bombeyi temîn dikir, ferman dida û piştî cihê wî hat tespîtkirin di 16'ê Cotmeha 2016'an de di operasyonê de mirî hat dîtin.
PEYAMA DAWETÊ
Dozger parast ku Mehmet Siddik Beyhan bi riya medyaya civakî Facebookê peyama "Besna, Besna, Besna, Besna! ji bo te xelata min a dawetê heye" bi navê Serdar Canoglu peyam şandiye. Dozger parast ku ev kes li Berwariya Sêrtê dijî û piştî bûyerê hatiye Dîlokê û tu eleweya wî bi bûyerê tune ye.
Bozger biryar daku der barê Cabael û Beyhan de delîl bi dest nexistine û ji ber vê yekê hewce bi lêpirsîn û dozê tune ye.
Dozger der barê şikdarê sêyemîn Abdulhamit Boz jî ligel tesîpat “Endamê DAİŞ'ê ye û çalakiyan dide kirin. Kesê di 1'ê Gulanê de li dijî Midûriyeta polîsan çalaki pêk anîye" biryar da ku pêdivî bi lêpirsînê tune.
'EZ QAYIL NEBÛM KESEKÎ DIN TEQAND'
Dozger cih da îfadeya Îdris Atilla ya der barê Abdulhamît Boz ku li midûriyeta polisan dabû. Dozger, da zanîn ku Atilla di îfadeya xwe de gotiye "Abdulhamit Boz xalê hevsera min e. Endamê DAÎŞ'ê ye. Piştî di 1'ê Gulana 2016'an de li dijî midûriya polîsan a Dîlokê bûyer pêk hat, ez çû mala vî kesî. Min li wir kesê 17 salî Yusuf Elbenna yê ji Sûriye dît. Ev kes ji bo vegere Sûriyê alîkarî ji wî xwestiye. Dema min sedema wê pirsî Elbenna got "Dê di 1'ê Gulanê de min biteqanda. Ji ber ku ez razi nebûm Abdulhamit Boz kesekî din da teqandin. Ji ber vê yekê dixwazin ji vir biçim."
'DEWLET ME DIPARÊZE'
Atîlla diyar kir ku piştî Boz gotinên Elbenna bihîst ters ters li wî nerîye û wiha got: "Min berîya teqînê mehek berê bi Abdulhamit Boz re hevdîtin kir. Digot ez dê li Dîlokê teqînek ku zêde deng derxe çêkim. Pişti teqîn pêk hatiye roja dîtir ez çûm merasima cenaze. Piştre Kesekî 17 salî yê ji Sûriye got Abdulhamît Boz bang li te dike. Min ew kes şopad û ez çûm cem Boz. Boz ji min re got min ev bûyer da kirin. Rayedarên dewletê jî vê dizanin. Li der derê mirovên me hene. Me diparêzin tiştek nabe."
Dozger da zanin ku piştî îfadeya Boz jî girtine dîtine ku ji ber di navbera Boz û Atilla de doza xwînê heye li ser hev îfadeyê wisa dane û pêdivî bi lêpirsînê nedîtine.
Beritan Îrlan - dihaber