Li Munzurê tevgera leşkerî

DERSIM - Li derûdora newala Balî ya li geliyê Munzurê tevgera hewayî dest pê kir, li bejahiyê jî wesayîtên zirxî tên rawestandin.

Li newala Balî ya geliyê Munzurê ya di navbera Dersim-Pulurê serê sibehê tevgera hewayî ya bi skorsky û kobrayan ve dest pê kir berdewam dike. Li newala Baliyê bi tevgera hewayî re wesayîtên zirxî jî li ser riyan tê rawestandin.

Hate hînbûn ku li newala Balî operasyon hatiye destpêkirin û li aliyê zozanê Çambulak a gundê Agdatê jî tîmên taybet û cendirme li girên bilind hatine bicihkirin. Li konên mayînde leşkerên hatine bicihkirin sekna xwe didomînin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li herêma Avgasorê dem bi dem leşker tên daxistin.