Rapora Saziya Tiba Edlî ya ji bo Turk derket: Dikare li girtîgehê bimîne!

STENBOL - Rapora Saziya Tiba Edlî ya der barê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk de hate temamkirin. Di raporê de wiha tê gotin:"Ji 6 mehan careke bi şerta kontrolên tibî li mayîna girtîgehê xetere nîne."

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ji bo bê berdan û bêgirtî bê darizandin serlêdan ahtibû kirin û ji bo vê yekê pêvajoya tespîtkirina rewşa wî ya tenduristiyê hatibû destpêkirin. Herî dawî rapora ku Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê amade kir şand Xarpêtê. Di raporê de wiha hat gotin:

'DI VAN ŞERTAN DE LI GIRTÎGEHÊ MAYÎNA MIRVEKÎ TEHDAYÎ YE'

Turk herî dawî di dest pêka hefteyê ji bo kontrola tenduristiyê ji Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê anîbûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Turk piştî kontrolên tenduristiyê yên li vir careke din şandin Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê. Di dilê Turk de pîl heye û di çavên wî de jî katarakt heye.

Parêzera Turk a li Stenbolê Zynep Ceren Boztoprak diyar kir ku ew ê der barê Turk de serî li Dadgeha Cezaya Sulhê ya Mêrdînê bidin û bixwazin bê berdan. Boztoprak diyar kir ku dadgeh girêdayî raporê nîne û wiha axivî: "Her çiqas rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' bê dayîn jî di van şertan de mayîna mirovekî li girtîgehê tehdayî ye." Soztoprat da zanîn ku ji bo Turk bê berdan dê serî li hemû riyên hiqûqî bidin.

'NIHA EM Ê JI BÊ BERDAN SERLÊDANÊ BIKIN'

Parêzerê Turk, Erdal Kuzu yê rapor nirxand jî wiha got: "Rapor takdîr ji dadgerê re hiştiye. Gotina dawî ya Serdozgeriya Komarê û dadgehê ye. Li gorî me bi vî yekê re hate tespîtkirin ku nikare li girtîgehê bimîne. Ev bi awayeke zelal derkat holê. Lê wekî her carê Saziya Tiba Edlî berpirsyariyê nagire. Em dibêjin ku divê meqamên têkîldar naveroka raporê esas bigirin û biryara tehliyeyê bidin û ji bo vê yekê jî em niha serlêdanê dikin."