Li Wanê qedexe cara 4’emîn hat dirêjkirin

WAN - Walîtiya Wanê diyar kir ku li bajar mehekê çalakî û meş hatine qedexekirin, dê mîtîng, civînên vekirî û girtî, çalakî û meş jî dê mehekê bi destûr bên li darxistin.

Walitiya Wanê, diyar kir ku li bajar hemû çalaki û meşen ku tên li darxisitn ji 3’ê Sibatê eta mehekê hatine qedexekirin, dê mîtîng, civînên vekirî û girtî, çalakî û meş jî ji 3’yê Sibatê ji bo mehekê bi destûr bên li darxistin.

Piştî li bajar di 21’ê Mijdarê de ji bo 10 rojan qedexe hat îlankirin, 2 car din jî ji aliyê walîtiyê ve meş û çalakî hatibûn qedexekirin.