MÊRDÎN - Parezerê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk Erdal Kuzu serî li dadgehê da û xwest muwekilê wî bê tahliyekirin û got: “Rapora ATK'ê tahîla hemû nexweşiyên Turk kir. Divê demek beri demekê turk serbest bê berdan."
Saziya Tipa Edlî rapora tenduristiya Siyasetmedarê kurd û Hevşaredarê Bajare mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk aşkere kir. Piştî rapora Saziya Tipa Edlî ya der barê tenduristiya Turk de aşker bû, Parêzerên Turk serî li dadgehê da û xwest Turk serbest bê berdan. Parêzerê Turk Erdal Kuzu li gel rapora ATK'ê serî lie Dadgeha Sulh Ceza ya Nobedar a Mêrdînê da û xwest Turk bê berdan.
EM LI BENDÊ NE KU BÊJIN 'NIKARE LI GIRTÊ BIMÎNE'
Parêzer Kuzu li gel rapora ATK'ê bi daxwaznameyekê serî li heyeta dadgehe da. Kuzu, di daxwaznameyê de wiha got: “Rapora ATK'e hemû tesbît û tahlîlên nexweşiya Turk aşkere kir. Divê hem rapora ATK'ê li ber çavan bê girtin û hem jî siyasetmedarê ku di nava cemaweriyê de tê naskirin û hesasiyeta civakê li ber çavan bê girtin. demek berî demekê Turk bê tahliyekirin. Em dixwazin rapora ATK'ê bi şiklê 'Nikare li girtîgehê bimîne' binirxîne û bê famkirin. Em li bendê ne ku îro biryarek bê dayîn û Turk bê berdan."
6 CARAN BAJAR GUHERT
Ligel uk Ahmet Turk li Mêrdînê hat binçavkirin û girtin û dosyaya wî birin Amedê Turk ji Mêrdînê şandin Girtîgeha Silivrî. Ji Sîlîvrî şandin Girtîgeha Xerpêtê.
Turk di 17'ê Mijdarê de bi fermana wezîrê karên hundir ji peyvirê hat girtin û di 21'ê Mijdarê de polîsan bi ser mala wî de girt û ew binçavkirin. Heyeda dadgehê di 24'ê mijdara 2016’an de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" biryara girtina wî dan û ew şandin Girtîgeha Silivrî ya Stenbolê. Di 15'ê Çile de ji Stenbolê şandin Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê. Di navbera 25'ê Çile û 30'ê Çile di navbera nexweşxaneyan de çû û hat.
Turk ê 75 salî dema ji Saziya Tipa Edlîya Stenbolê derxistin 2 leşkerên bi çek çep û rast bi milê wî ve girtin û ew li pey xwe kaş kirin û xistin maşîna rîngê. Ev dîmen bû sedema bertekan.