AMED - Parêzer Muharrem Erbey ku di “doza sereke ya KCK’ê” ya Amedê de parastin kir wiha got: “Ji ber têkoşîna aştiyê ya ku em di vê pêvajoya şer de didin meşandin li qada navneteweyî tên xelat kirin lê dema em li Tirkiyeyê dizivirin me bi endamtiya rêxistinê sûcdar dikin.”
Rûniştina doza 154 siyasetmedarên kurd a Doza Sereke ya KCK'ê ku di sala 2009'an de dest pê kir li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran berdewam kir. Di rûniştinên ku sê rojên hefteyê didome de îfadeyên Parêzer Muharrem Erbey û Serokê Şaredariya Colemêrgê yê berê Kazim Kurt hatin girtin. Kurt ku ji ber dozek cuda li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê girtin ligel ku dadgehê nivîs jî şand ne anîn Amedê û bi riya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû.
'PIRSGIRÊKÊN BAJAR XISTINE NAVA DOSYAYÊ’
Kurt diyar kir ku polîsên ew binçavkirine, dozgerê îdîaname amade kiriye û dadgerên ew darizandine niha ji FETO’yê hatine girtin û wiha got: “Di dosyaya min de tu tiştên ku sûc bên hesibandin tune ne. Dema em bi giştî mutalayê digirin dest li cihên ku ez lê nebûm hatine guhdarkirin û navê min derbas bûye. Dîsan pirsgirêk û xebatên bajar ên ku ez serokê şaredariyê bûm xisitne nava dosyayê.”
Kurt, daxwaza berdana xwe kir.
‘EM LI QADA NAVNETEWEYÎ TÊN XELATKIRIN’
Parêzer Muharrem Erbey jî bi bîranî ku dema ew Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yê Amedê bû û cigirtiya serokê giştî dikir hatiye binçavkirin û girtin. Erbey, anî ziman ku ji bilî nasnameya wî ya hiqûqî ew nivîskare, nivîsên wî hatine weşandin, wergerandine gelek zimanan û wiha pêde çû: “Dosyaya dozê bi profesyonelî hatiye amadekirin, wisa didin xuyakirin ku me dest ji kar berdaye sibê heta êvarê em fermanên rêxistinê pêk tînin. Di dosyaya dozê de ez ji ber di komisyona hiqûqê de me û ji ber berpirsê karen derve hatime sûcdarkirin. Hemû delîlên ku spartina vena û hatine komkirin xebatên saziya civaka sivilin. Ez ji dadgehê re xebatên komeleyê bejim. Berovajî tiştên di dosyayê de cih digirin, me kesên ku ketine saziya me li gorî nasnamey û zimanê wan cuda ne kirine. Li kuderê binpêkirinek hebe em ê bikin rapor û ragihînin cihên pêwîst.”
Erbey, bi lêv kir ku ew ji ber xebatên saziya civaka sivîl, xebatên qanûna bingehîn a sivîl a di rojevê de ye hatiye girtin û wiha axivî: “Hûn çiqas guhdar bikin û bi şopînin bikin, hûn di devê min de ji bilî mafê mirovan û aştiyê tiştek din nabînin. Ji ber têkoşîna aştiyê ya ku em di vê pêvajoya şer de didin meşandin li qada navneteweyî tên xelat kirin lê dema em li Tirkiyeyê dizivirin me bi endamtiya rêxistinê sûcdar dikin.”
Heyeta dadgehê ji bo piştî nîvro parastina parêzeran guhdar bike navber da rûniştinê.