ENQERE- Hevseroka 10 EKÎM-DER'ê Mehtap Coşgun ji bo doza qatlîama Enqereyê ya di 6-10 sibatê de bê dîtin banga beşdarbûnê kir.
Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê (10 EKÎM-DER) têkîldarî doza qatlîama Enqereyê ya di 6-10'ê Sibatê de bê dîtin li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Xizmên kesên ku di qatlîamê de jiyana xwe ji dest da, welatiyên ku birîndar bûn, parêzer û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
Hevseroka 10 EKÎM-DER'ê Mehtap Coşgun di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku ji roja qatlîamê heta niha dev ji têkoşîna xwe û nobeta edaletê bernedane û wiha got: "Dîrok dê me ji bîr neke û her tim bi bîr bîne."
'EM DI DOZA 10'Ê COTMEHÊ DE TÊN CEM HEV'
Coşgun ji bo doza ku dê di 6-10'ê sibatê de li Edliyeya Enqereyê bê dîtin bangawazî kir û iha axivî: "Em di ferqê de ne ku li vî welatî baş bûn û baş mayîn çiqas zehmet e. Ji bo di ya zorê de bi serketin, baş bûn û baş mayîn ji bo yên ku me winda kir ji bo birîndarên xwe em li Edliyeya Enqereyê di doza qatlîama Enqereyê de tên cem hev."
'DI ÎDIANAMEYÊ DE TIŞTEK TUNEYE'
Piştî Coşgun parêzera 10 EMÎK-DER'ê Îlke Işik axivî û têkîldarî pêvajoya hiqûqî agahî da. Işik wiha got: "Piştî 13 mehên derbas bûn darizandinê dest pê kir. Di danişîna yekemîn de jî me got û em ê ji niha û pêve jî bibêjin. Divê ev qatlîam ji du aliyan ve bê lêpirsînkirin. Di îdianameyê de tiştek tuneye. Ev dozekî edlî nîne yan jî êrîşekî ku 36 DAIŞ'iyan pêk aniye nîne. Li vir berpirsyariyên şênber ên bên girtin hene. Li welat DAIŞ'ê çawa evqas bi rehetî xwe rêxistin kirin me hê jî bersiva vê negirtiye. Roja 10'ê cotmehê ligel ku 62 îstixbarat hatine jî çima tiştek nehat kirin em ê van pirsan her bipirsin. Em bang li hemû raya giştî dikin û dixwazin dozê bişopînin."