ENQERE - Navend û şaxên SES'ê li dijî pergala Serokdewletiyê daxuyanî dan û diyar kirin ku dê bêjin "Na". Endamên SES'ê diyar kirin ji ber Serokdewletî zerarê dide tenduristiya mirovan dê bêjin "Na".
Endam û rêveberên Navend û Şaxên Sendikaya Kedkarên Xismeta Tenduristî û Civakê (SES), li dijî pergala Serokdewletiyê daxuyanî dan. Li navenda Giştî ya SES'ê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Li salona civînê pankartên “Serokdewletî zerarê dide tenduristiyê, ji bo tenduristiya me ji Rejîma Yek Mirov ‘NA' vekirin. Di civînê de Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erdem, daxuyanî xwend û diyar kir ku di qanûna bingehîn ku AK Partî dixwaze biguherîne tu fêdeyê nade civakê û dê li şûna fêdeyê bêtir zerarê bide civakê. Endem wiha got: "îktîdara AKP û Qesrê rêya çareseriyê di rêya dîktatoriyê de dibîne. Dixwazin dîktatoriyê têxin bin ewlehiya qanûna bingehîn. Em dê di referandumê de bêjin Na.
Ji ber ku;
* Ji bo ku em li hemû rêgezên demokrasiye xwedî derkevin. Ji bo em destûr nedin rejîma pergala faşizt û diktatoriyê em dibêjin "Na"
* Li dijî êrîş û perçekirina mafên sendîkayî, ji bo em mafê xwe yê sendîkayî biparêzin em dibêjin "Na" Ji bo jiyanek mirovene û ewle em dibêjin "Na"
* Ji bo yekîtiya mafên kedê û ji bo wekhevî, edalet û mafan em di referandumê de dibêjin "Na"
* Li dijî nijadî, şovenizm û yekperestiyê, ji bo wekheviya mafan û yekîtiya hemû reng û baweriyan em dibêjn "Na"
* Ji bo ked, aştî, demokrasî û parastina hemû nirxên mafên mirovan em dibêjin "Na"
* Li dijî zayendîperestî, tundî, tecawiz û tundiya li ser jinan, li dijî îstîsmara li dijî zarokan, ji bo parastina mafê ked, nasname û pêşeroja zarokên xwe em dibêjin "Na"
* Ji bo perwerdehiya wekhev zimanê zikmakî û mafê tenduristiyê em dibêjin "Na"
* Em wekî kedkarên SEK'ê ji bo parastina mafê tenduristiya civakê li dijî rejîma dîktatoriya yek mirovî em dibêjin "Na"."
Şaxên SES'ê yên bajarên din jî bi heman naverokê daxuyanî dan û li dijî pergala Serokdewletiyê ji bo parastina tenduristiya civakê gotin "Na"