AMED - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiya ji bo ronîkirina cînayeta Tahîr Elçî tê lidarxistin de axivî û bang li serokwezîrê wê demê, wezareta dad û karên hundir kir ku soza ji bo ronîkirina cînayeta Elçî dane bînin cih.
Baroya Amedê ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çar ling a Sûrê hat qetilkirin bibîr bînin çalakiya xwe ya heftane li ber Edliyeya Amedê berdewam kirin. Endam û rêveberên Baroya Amedê bi cubbeyên xwe li ber Edliyê kom bûn û çalakî pêk anîn. Wekî her hefte dowîz û pankarta "“Em te ji bîr nakin" vekirin û wêneyên Elçî rakirin. Li ser navê baroyê Serokê Broya Amedê Ahmet Ozmen daxuyanî da.
‘AGAHIYAN BIDIN ME’
Ozmen, bibîrxist ku ligel li ser qetilkirina elçî 14 meh derbas bûne jî di lêpirsînê de pêşketin çênebûne bandora lêpirsînê nîne û wiha got: “Em li vir bang li rayedaran dikin. Em dixwazin lêpirsîna ku 14 mehe didome bi encam bibe û di vê mijarê de agahiyan bidin me. Wê demê Serdozgerê Komarê yê Amedê, Wezareta Dadê, Wezîrê Karên Hundir û Serokwezîr soza ronîkirin cînayetê dan me, em dixwazin vê soza xwe pêk bînin em dixwazin kujerên Tahîr Elçî bên dîtin. Em wekî hevalên Tahîr Elçî, ji bo ev cînayek bê ronîkirin dê heta dawiyê têbikoşîn. Em ê destûr nedin ku cînayeta Elçî bikeve nav ên kiryar ne diyar.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û çepikan bi dawî bû.