AMED - Dadgeha Bilind darizandina dozên Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, neqilî Meletiyê kir.
Dadgeha Bilind darizandina dozên Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratik (DBP) Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, neqilî Meletiyê kir. 5'emîn Daîreya Dadgeha Bilind daxwaza 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê a bi hinceta "Ewlehiya Civakî" qebûl kir û doz naqlî Meletiyê kir. Piştî dozya ji Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê re hat şandin. Serdozgerî dê roja rûniştina dozê diyar bike.
135 SAL JI TUNCEL RE TÊ XWESTIN
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, di 4'ê mijdarê roja Hevserokên Giştî ya HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di navde 8 parlamenterên HDP'ê hatin girtin bertekên xwe anîbû ziman û hatibû binçakirin. Tuncel di 6'ê mijdarê de hat girtin û şandin Girtîgeha Silivriyê. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Tuncel de ji er 16 çalakî û daxuyaniyan bi gişti 135 sal cezayê girtîgehê xwestibû.
230 SAL CEZA JI KIŞANAK RE TÊ XWESTIN
Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo Hevşyaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku di 25'ê Cotmehê de hat binçavkirin û di 30'ê Cotmehê de hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Kandira bi giştî bi îdîaya 41 caran “Propaganda rêxistinê kiriye" 230 sal ceza dixwaze.
1'emîn rûniştina doza Tuncel û Kişanak di 25'ê Çile de hatibû dîtin.