COLEMÊRG - Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Colemergê daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku ew li dijî "Pergal û rejîma yek mirovî" ji "Na" re amadene.
Rêxistina Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Colemêrgê li dijî "Pergala Rejîma Yek Mirovî" gotin ew ji "Na" re amade ne. Endam û rêveberên Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Colemêrgê li avahiya HDP'ê ya bajar daxuyaniya hevpar dan û helwesta xwe ya "Na" aşkere kirin. Berdevka Hêzên Demokrasiyê Necmettin Açar, anî ziman ku ew li dijî pergala yek mirov û rejîma dîktatoriyê wekî HDP, DBP saziyên pevpar komisyon ava kirine û dest bi xebatê kirine. Açar, anî ziman ku wan li dijî rejîmê xebata na û ji bo parastina demokrasiyê xebata erê dane destpêkirin û ew ji bo referandumê dê li gund, navçe û taxan xebatên "Na" bimeşinin. Acar, anî ziman ku komîsyonên wan ji bo xebatan amade ne.