MÊRDÎN - Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk hat berdan.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de hatibû girtin, piştî 43 rojan gihaşt azadiya xwe. Turk ê roja hat girtin ew birin Girtîgeha Sîlîvriyê, di demên dawî de ew sewqî Girtîgeha Xarpêtê kiribûn. Îro parêzerên Turk, ji bo tahliyeya muwekîlên xwe serî li Dadweriya Cezayê Sulhê ya Mêrdînê dan. Heyeta dadgehê ya daxwaza parêzeran nirxand, biryara tahliyekirina Turk da.
TIBA EDLÎ BIRYARA REDÊ DABÛ
Siyasetmedar Ahmet Turk di 17'ê Mijdara 2016'an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ji peywirê hatibû dûrxistin. Paşê di 21'ê Mijdarê de hatibû binçavkirin û di 24'ê Mijdarê de jî hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Sîlîvriyê. Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê îro der barê tahlieykirina Turk a ji ber rewşa tenduristiyê biryareke neyînî dabû. Sazî li girtîgehê biryara ragirtina Turk dabû.