XARPÊT- Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê li ser serlêdana parêzerên wî biryara tahliyeya wî hat dayîn, di derketina girtîgehê de axivî. Turk wiha got: "Em hatin tahliyekirin, lê em ne kêfxweş in. Li vî welatî divê êdî aqilê hevpar tevbigere. Serdema ew serdem e ku bi aqilê hevpar pirsgirêk bên çarserkirin. Lê di encamê de ez ji bilî aştiyê li tu formulê nafikirim."
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de hatibû girtin, li ser îtiraza parêzerên wî biryara tahliyekirina wî hat dayîn. Li ser biryarê Turk ji Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê derket. Turk ji aliyê parlementerên HDP'ê Ziya Pir, Leyla Birlik, İmam Taşçier û Sibel Yigitalpê, HDP û DBP'Iyan, parêzer û xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin.
‘DIVÊ PIRSGIRÊK BI AQILÊ HEVPAR BÊN ÇARESERKIRIN'
Turk ê di derketina girtîgehê de axivî wiha got: "Em tahliye bûn, lê em ne kêfxweş in. Veqetana ji hevalên me yên parlementer, hevserokên partiyan, hevşaredarên me, hele hele ji Firat Anli yê em bi hev re di heman qawîşê de bûn ewqas nerihet bû. Hêvîdar im li welat aqilekî hevpar çêbibe. Li vî welatî divê êdî aqilê hevpar tevbigere. Serdema ew serdem e ku bi aqilê hevpar pirsgirêk bên çarserkirin. Lê di encamê de ez ji bilî aştiyê li tu formulê nafikirim."
Turk anî ziman ku, girtina wan derhuqûqî ye û wiha axivî: "Pirgirêkên min ên tenduristiyê hebûn. Hêvîdar im edalet tecellî bike û hemû hevalên me serbest bên berdan."
Turk, tevî parlementer, partiyî û xizmên xwe ber bi Mêrdînê ve ket rê.