Baluken: Tu nikarî temaşeyî asîmanan bikî û axê nabînî

ENQERE - Parlementerê HDP'ê İdrîs Baluken ê 4 roj berê hat tahliyekirin, cara ewil pêvajoya girtina xwe û ya girtîgehê ji dîhaberê re vegot.

Di 4'ê Mijdara 2016'an de yek ji parlementerên HDP'ê yê hatibû girtin, Serokwekîlê Koma HDP'ê İdrîs Baluken bû. Baluken ê di heman demê de Parlementerê HDP'ê yê Amedê ye, piştî hat girtin ew şandibûn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê û 87 rojan bi tena serê xwe li odeyekê dihat ragirtin. Baluken ê der barê wî de cezayê muebeta giran dihat xwestin, di rûniştina yekemîn a dozê de biryara tahliyekirina wî hat dayîn û gihaşt azadiya xwe. Piştî tahliyeyê Baluken, du rojan li mala xwe ya Enqereyê tevî malbata xwe dema xwe derbas kir û di roja 3'yemîn de piştî 90 rojî dubare çû meqama xwe ya li Meclîsê. Baluken, li vir hin parlementer û heyeta ji Almanyayê hat vexwand û pişt re di heman rojê de ew Serokwezîra Almanyayê Angele Merkelê hatin gel hev.

Baluken, li gel bernameya xwe ya têr û tijî jî dem ji dîhaberê re veqetand. Piştî 90 rojî, cara ewil li odeya xwe ya xebatê ji dîhaberê re axivî û pirsên me bersivandin.

Dê gotûbêja bi Baluken re du rojan bidome. Di beşa yekemîn a gotûbêjê de Baluken behsa wê kêliya xwe ya çûyîna girtîgehê û hîsiyata xwe ya 87 rojan kir. Dê di beşa duyemîn a gotûbêjê de jî behsa pêkanînên ku piştî ji girtîgehê derket û geşedanên li Tirkiyeyê bike.

‘WÊNEYÊ DERBEYEKE SIVÎL BÛ'

* Beriya em behsa wê kêliya ewil bikin, wê şevê li gelek bajaran operasyonên hevwext hatin kirin. Wateya vê çi bû?

Pêkanînên di êvara 4'ê Mijdarê de xwe dan der, dê ji aliyê dîroka siyasî ya Tirkiyeyê heta demeke dirêj wek darbeyeke sivîl di bîra mirovan de bimîne. Bi taybetî li gelek bajaran, ji dosyeyên cuda ji aliyê dozgerên cuda ve der barê parlementerên me de pêl bişkokê hat kirin û biryara binçavkirina wan hat dayîn. Bi serdegirtina malên parlementeran re û destpêkirina operasyonan re, bi awayekî aşkere asta siyasî ya vê operasyonê derket holê. Çimkî, li Tirkiyeyê di nav pergala daraza heyî de mekanîzmayeke ku 5-6 dozger bi awayekî hevwext tevbigerin û biryara serdegirtina malên parlementeran ên navnîşana wan aşkere ne bigirin tune ye. Li Tirkiyeyê, di nav pergala huqûq, darazê de yekeyeke wisa tune ye. Ev rewş bi xwe nîşan dide ku ji cihekî pêl bişkokê hatiye kirin û bi saîqên siyasî operasyon hatine destpêkirin.

* Piştî nûçeyên binçavkirin û serdegirtinê bi kêliyekê hûn jî li Lijneya Birêvebirinê ya Navendî di civînê de bûn û hatin binçavkirin. Raya giştî hîn jî tam hay ji hûrguliyên wê şevê tune ye. Wê şevê çi qewimîn?

Ewil der barê serdegirtina hevserok û parlementerên me de telefon ji me re hatin. Wê kêliyê em bi awayekî zêde rastî trafîkeke telefonê hatin. Dema wisa bû, me wek endamên MYK'ê bi lez û bez biryara da ku em biçin avahiya navenda giştî û hemû agahiyan di hawizekî de berhev bikin û li gor wê raya giştî agahdar bikin. Dema em çûn navenda giştî jî, ewil me agahiyên li gel hevalan berhev kir.

‘HIN MÎZANSEN BI TAYBETÎ HATIBÛN AMADEKIRIN'

Wê kêliyê bi ser navenda me ya giştî de girtin û bi dehan polîs ketin hundur. Wek hincet hat îfadekirin ku der barê min de biryara zevtkirinê heye. Ez heta dawiya rojê li Meclîsê bûm, min xebatên xwe dikirin. Heke der barê min de biryareke zevtkirinê hebûna, di nava rojê de bi rihetî dikaribûn ragihînin, dikaribûn teblîx bikin. Ev hemû pêvajo by-pass kirin û bi ser navenda me ya giştî de girtin û li wir wêneyeke ku em rastî pêvajoyeke çawa hatine derket holê. Me xwest em pêşî li mudaxileyên li ciwan û partiyiyan hatin kirin bigirin. Dema behsa biryara zevtkirinê hat kirin, me got çima di nava rojê de nehatiye teblîxkirin, cihê me diyar bû û me wateya serdegirtina navenda giştî ya partiyekê di warê feraseta derbeyê de tê çi wateyê vegot. Paşê dema em derketin derve me dît ku bê çi mîzansenên taybet hatine amadekirin.

‘TÊKILDARÎ POLÎSÊ XWEST SERÊ MIN BIDEWISÎNE PÊVAJO ÇAWA BI RÊ VE ÇÛ?'

* Bi taybetî binçavkirina we, dema binçavkirina parlementerên DEP'î bi bîr xist. Dema hûn li wesayîtê dihatin siwarkirin polîsekî hewl da serê we bidewisîne û li dijî vê bertekên we, yanî ew dîmen di bîra mirovan de bi cih bû.

Em temsîliyeta 6 milyon dengî dikin, a rast li gor Qanûna Bingehîn a heyî, em wek parlementerên Tirkiyeyê temsîliyeta vîna hemû gelî dikin. Dema me vê rewşa ji aliyê polîsekî ve dît, em dizanin ku ev bi awayekî taybet hatiye amadekirin. Helbet ne mumkun e ku em vê rewşê qebûl bikin. Heke karmendekî polîsan ê hatiye tayînkirin serê parlementerekî ku temsîliyeta vîna 80 milyonî dike bidewisîne, ev tê wateya ku li vir em bi feraseteke derbeyî ya wehîm re rû bi rû ne. Paşê min ew pêvajo neşopand. Qey têkildarî jipeywirgirtina wî polîsî de pêvajoyek xwe daye der an jî hatiye terfîkirin? Heke tenê li vê bê nihêrîn jî dê bersiva gelek pirsgirêkan derkeve holê. Me dît ku careke din dixwazin rewşeke wek binçavkirina parlementerên DEP'ê li ser gelê kurd bidin meşandin.

BALAFIREKE 400 KESÎ JI BO 3 KESAN HAT TAHSÎSKIRIN

* Ji Enqereyê we birin kuderê?

Pêşî tevî Figen Yuksekdag, Sirri Sureyya Onder û Abdullah Zeydan bi balafirê em birin Amedê. Ev balafir tenê ji bo me û ji bo hêzên ewlehiyê yên li wir hatibû tahsîskirin. Balafireke zaf mezin bû; her hal ji bo 300-40 kesî bû. Dema em hatin Amedê ewil gazî min kirin. Dema em daketin, du wesayîtên rengerê ku gelê Amedê baş bi van wesayîtan dizane li benda min bûn. Di hundurê wan de kesên çekdar ên sivîl hebûn. Min ji wan pirsî em ê biçin kuderê. Lê bersiv nedan. Pêşî min texmîn kir dê me bibin Edliyeya Amedê. Lê belê, dema ber bi riya Çewlîgê ve çûn min ferq kir ku em ê neçin wir. Min birin Dibistana Polîsan a li ser riya Çewlîg-Amedê ye. Li wir du helîkopter amade bûn. Li hawirdorê peywirdarên rûpoş hebûn. Wê kêliyê dîsa min pirsî em ê biçin kuderê. Dîsa bersiv nedan. Dema helîkopter rabû, ji ber ez erdnîgariya Amed-Çewlîgê dizanim, min ferq kir ku min dibin Çewlîgê. Helîkopter li qada Girtîgeha Çewlîgê daket. Li wir min birin Muduriyeta Şaxa TEM'ê ya Çewlîgê. Li TEM'ê jî em li nezaretxaneyeke sar û tarî hatin rawestandin. Li kêlekê DAIŞ hebûn. Piştî çend saetan fesla dadgehê dest pê kir.

‘MÎZANSENA REVANDINÊ...

* Balafirên taybet, helîkopter, rangerên ji bo binçavkirina parlementerekî hatin amadekirin li gor we rewşeke çawa ye?

Întibaya (çavdêriyeke) ku pêvajoyên biryarê hemû berê hatine dayîn li me peyda bû. Ev sepandin hemû bi birina mîzanseneke revandinê, bersivnedayîna ku parlementerekî dibin kuderê, ji rangeran veguhastina helîkopteran, ji wir xistina nezaretxaneyên DAIŞ'î lê tên ragirtin... heke ev hemû di nêvengeke ku nirxên demokratîk ên sedsala 21'emîn şiklekî kûreyî li xwe barkirine de bikevin dewreyê, ji xwe li vir rewşa heyî pêdiviyekê bi pênaseyeke din nabîne.

ÇEWISANDINA DERÛNÎ YA DI SER DAIŞ'IYAN RE

Piştî biryara girtinê hat dayîn, em birin Şaxa TEM'ê. Tim bi awayekî ez bibihîsim digotin, 'Em DAIŞ'iyan berdidin, kar û barê wan lez bikin.' Bi vî awayî çewisandineke derûnî, rêbazeke îşkenceyê di dewrê de bû. Paşê balafirek anîn Balafirgeha Çewlîgê û tenê ez û peywirdarekî li balafirê siwar bûn. Ji wir em birin Balafirgeha Îzmîtê. Lê di wê kêliyê de jî hemû pirsên me bê bersiv man. Balafir hat, lê em diçin kuderê? Çima hûn bersiv nadin, çima hûn parlementerekî bi vî awayî direvînin? Bersiva van pirsan nedidan. Herî dawî li Balfirgeha Îzmîtê, piştî gotinên me yên tund, rayedarên eleqedar gotin em hatine Îzmîtê. Gotin em ê we bibin Kandirayê.

‘ŞEVA EWIL TENÊ MIN MIJAREK MERAQ KIR'

* Care ewil e hûn hatin binçavkirin û girtin. Dema hûn nû ketin girtîgehê we çi hîs kir?

Bi derve re tu pêwendiyeke we tune ye. Bi taybetî dema ez ji eywana dadgehê derketim, hevalekî me yê parêzer got li Amedê teqînek çêbûye û got li gor agahiyan dibêjin di encama teqînê de hin hevalên me yên parlementer jî birîndar bûne. Min ew zaf meraq kir. Çi bû, tiştek hat serê parlementerên me yan na. An jî der barê hevserok û parlementerên me de biryareke çawa hat dayîn. Ez vana hemûyan nizanim. Û heta 24 saetan jî şensekî min ê ez hîn bibim jî tune ye. Li odeya em lê ragirtin tu navgîneke pêwendiyê tune ye. Bi temamî em li cihekî îzolekirî ne. Helbet ew şev şeveke zehmet û zaf dirêj bû. Zehmetî û dirêjbûna wê ji ber ku der barê wan şik û gumanên min bihîstiye tu agahiyekê nizanim bi xwe bû. Roja dinê min got divê ez rayedarên saziyê bibînim û min diyar kir ku teqez ez vê rewşê qebûl nakim. Piştî rayedarên saziyê hatin, televîzyon û hin tişt temîn kirin û êdî me ji derve agahî werdigirtin.

* Te û girtiyên din hevdu didît an na?

3 mehan bi tena serê xwe mam. Di bin tecrîdeke giran de û bi tu awayî destûra hevdîtina bi kesekî/ê re nedihat dayîn. Di 3 mehan de mehê carekê tenê 2 saetan min û Firat Anli hevdu dît. Carekê jî Hevşaredarê Dersimê Mehmet Ali Bul. Yanî di 3 mehan de min 3 caran hevalên me yê li girtîgehên dîtin. Ji bilî vê mafê sohbetê, mafê spora hevpar, mafê telefonê bi tu awayî tune bû. Tenê 15 rojan carekê min bi riya telefonê bi malbatê re diaxivî. Ji bilî vê tam şert û mercên tecrîdeke dijwar hebûn

DAXWAZA MAYÎNA LI HEMAN ODEYÊ HAT REDKIRIN

Ji bilî parêzeran, hevdîtina bi serdêrekî din re tune bû. Heftê carekê hevdîtina malbatan ew jî ya girtî hebû û mehê carekê saetekê jî hevdîtina vekirî hebû. Ji bilî vê destûra hevdîtina bi tu kesî re nedihat dayîn. Tenê hevdîtina bi parêzeran re hebû. Carinan agahî an jî belgeyên ji me re dihanîn dihatin astengkirin. Yanî zehmetiyên bi vî rengî hebûn. Li girtîgehê daxwaza hevdîtina bi hevalên me yên li odeyên din û daxwaza mayîna li heman odeyê hat redkirin.

* Rojên we çawa derbas dibûn. Em dibînin ku hûn hinekî zihîf jî bûne, gelo ev ji ber mercên wan şertan e?

Me piraniya rojên xwe bi meşê, xwendin û sporê derbas dikir. Çimkî Rêxistina Tenduristiya Cîhanê sihetiya mirovekî/ê di warê derûnî û civakiyî de jî wek rewşa başiyê dinirxîne. Lê mercên tecrîdê pergaleke wisa ye ku hem di warê derûnî hem jî di warê civakiyî de hewl dide hebûna we birûxîne. Lê heke hûn di nav wê pergalê de kêliyekê jî bê tevger bimînin, hûn ê xwe berdin giraniya nêvenga heyî, hûn ê di warê ruhî de bi rûxandinekê re rû bi rû bimînin. Ji ber vê, divê mirov rojekê dîsîplînîze bike û bi awayekî perîyodîk spor, xwendin û xebatên siyasî bişopîne. Me jî bi geşedanên derve re pêvajo dişopand.

‘YA ME LI SER PIYA DISEKINAND HÊVÎ Û BAWERÎ BÛ'

* Der barê we de muebeta giran dihat xwestin. Gelo hîseke ku hûn ê ji girtîgehê dernekevin li we peyda bû?

Me ji roja ewil ve hêviya xwe winda nekir. Di şert û mercên ewqas giran de jî ya we li ser piya disekinîne jî biryardayîna vîna we ye. Hêvî û baweriya me bû. Dema hûn vê winda bikin, hûn ê di wan şert û mercan de nikaribin rojekê jî îdare bikin. Me bi şopandina geşedanan re konsepta heyî çî ye, mebesta wê çî ye, dê pêvajo ber bi ku ve biçe şîrove dikir. Ji ber vê me bawerî, vîna xwe li ser piya da sekinandin û di wan şert û mercên giran de li ber xwe da.

* Gelo tahliyeya we ji bo we bû suprîz? An jî hûn di rûniştina yekemîn de li benda tahlieyê bûn yan?

Li holê, di warê huqûqî de bi rastî jî ji bilî xebatên me yên siyasî tu tişt jî tune ye. Kampanyayeke derûnî ya ewqasî mezin hat meşandin ku, niha tu dibê qey mirovên herî talûke yên cîhanê hatine girtin û bîrbiriyeke ku civakê diparêzin hat afirandin. Halbûkî di temamiya wan îdianameyan de xebatên me yên siyasî cih digirin, axaftin hene, daxuyaniyên çapemeniyê yên em beşdarî wan bûne hene. Ji bilî van di wan îdianameyan de tiştekî ku bibe unsûrên sûcî tune ye. Heke bi qasî serê derziyê jî normên huqûqê yên gerdûnî esas bihatanan girtin kes ji me jî nedihat girtin. Bi temamî pêvajoyeke siyasî ye. Ji ber vê ya rast ji bo tehliyeyê texmînek me tune bû. Wek min got, heke krîterên huqûqî esas bihatanan girtin diviya em bên tahliyekirin, heta divê em nehatanan girtin jî. Û di rûniştina yekemîn de diviya em bihatanan tahliyekirin.

‘DI SER TAHLIYEYA ME RE BENDEWARIYAN DIAFIRÎNIN'

* Yanî ji bo afirandina bendewraiyekê hûn hatin tahliyekirin, hûn bê biryraê bi çi ve girêdidin?

Di demên dawî de rewşeke wisa derketibû holê; her çi qas kêm be jî me li wir li gor agahiyên bi dest dixistin dixwest temamiya pêvajoyê fam bikin. Çapemenî li ser yekdengî, yekastê û yek propagandayê pêvajoyê dide der. Carinan hin tîp qenal bi qenal digerin û bi heman tiştî temamiya hefteyê bi bombebardimana propagandayê meşqûl dikirin. Me li ser çend hevokên wan hewl dida fêm bikin ku çi diqewime, çi dibe. Di demên dawî de girtina parlementer, hevşaredar, hemû siyasetmedarên hilbijartî ji aliyê kurdan nayê qebûlkirin û dê ev di referandûmêd e di sindoqê de xwe bide der û AKP û Erdogan ji bo li gelê kurd hin bendewariyan peyda bike ketiye nava hin stratejiyan... di axaftinan de hin hevokên bi vî rengî dihatin zevtkirin. Ji ber vê gelo dê di vê pêvajoyê de li gel kurdan dubare bendewarî peyda bibe yan? Tu bikî nekî mirov difikire. Me digot heke tiştekî wisa çêbibe, gelo dê di ser hin navên sembolîk ên ji aliyê raya giştî ve tên naskirin hin tişt bibin yan na. Va ye rewşa Ahmet Turk di demên dawî de bû rojev. Lê belê, ji xwe piraniya raya giştî der barê vê rewşê de xwedî sekneke zelal e, lê hîn jî tahliyeya wî pêk nehatiye tahliyekirin.

* Li girtîgehê tişta herî bi we zor û zehmet diha çi bû?

Binpêkirina azadiya mirovekî, hele hele bi tu kesî re nikaribe pêwendiyê deyne, bi rastî jî bi peyvan nayê vegotin. Ya herî zêde li zora min diçû tu nikarî pêl axê bikî, tu axê nabînî û bi awayekî yekpare tu nikarî asîmanan temaşe bikî. Hin rewşên demsalan hene. Hûn tim perçeyekî asîmanan dibînin, lê tim giran, bimoran e. Yanî bi awayekî tam dîtina hêşînahiya asîmanan, temasa axê, bi awayekî azad bêhnstendin...hûn di wan şert û mercên tecrîda giran de wateya wê fêm dikin. Ji ber bi temamî têkiliya we bi derve re hatiye qutkirin, hûn vê carê noqî cîhana xwe ya hundurîn dibin. Ji ber vê mirov hemû paşeroja xwe di ebr çavan re derbas dike, li wir dubare berê xwe dide pûxteya jiyana xwe.

* Em dizanin CHP'iyan serdana we kir, lê we ji AK Partî an jî partiyên din tu peywam wergirtin an jî kesî serdana we kir?

Rasterast tiştekî wisa ji min re nehat, lê ji koma CHP'ê 3 parlementer hatine serdana min. Silav û peyamên derbasbûyînê yên çend parlementerên AKP'î jî anî bûn.

Hayri Demir / Salman Gozelyuz - dîhaber