WAN - Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, girtiyên siyasî û yên ji Cemaeta Gulenê hatine girtin dixin qawîşên li kêleka hev û bi vî awayî dixwazin provakasyonê derxînin.
Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK'ê hat girtin Nedim Turfent ê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin, bi rêya parêzerê xwe re binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegotin. Turfent ê bi riya Parêzer Bariş Oflas pêkanînên li girtîgehê ragihandin diyar kir ku, li navbera qawişên girtiyên siyasî, girtiyên ji Cemaeta Gulen ên hejmara wan di navbera 5-6'an de tên bicihkirin.
‘LI PÊYÎ PROVAKASYONÊ NE'
Turfent, anî ziman ku kesên ji Cemaeta Gulen girtî ne dem dem hewl didin provakasyonê derxînin û wiha got: "Di demên dawî de kesên ji Cemaeta Gulen girtî bi zanebûnî li qawîşên di navbera yên girtiyên siyasî de bi cih dikin. Bi vî awayî dixwazin girtiyên siyasî hay ji hevdu çênebin. Kesên ji cemaetê hatine girtin dem bi dem bi devkî girtiyên siyasî tacîz dikin û hewl didin provakasyonan derxînin. Ev rewş me zaf nerihet dike. Ev sepandin wek îşkenceyekê ji aliyê rêveberiya girtîgehê li dijî girtiyên siyasî tê bikaranîn." Turfent, ragihand ku ji bo kesên ji cemaetê hatine girtin ji beşên girtiyên siyasî lê ne bên derxistin, wan ji rêveberiya girtîgehê re gotiye, lê belê giliya wan esas nehatiye girtin.