Lêkolîner û nivîskar Bayrak: Kurdan yekem car li Rojava ji bo xwe şer kirin

ENQERE – Nivîskar û Lêkolîner Mehmet Bayrak, li ser rewşa tekoşina kurdan a dirokê û îro axivî û diyar kir ku di dîrokê de yekem car kurd li Rojava ji bo xwe şer dikin. Bayrak, bal kişand ser hesta yekîtiya neteweyî û wiha got: "Divê kurd dersê ji dîrokê derxin. Yên tenazulî birakujiyê bikin dîrok wan efo nake. Ez weki rewşenbirekî xwedi erkim ku piştgiriyê bidin yekîtiya kurdan."

Lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak ku bi lêkolîna dîroka kurd tê nasîn, têkildarî dîroka kurdan û yetîtiya neteweya kurd ji dihaberê re axivî. Bayrak, ku di 18'ê Îlona 2011'an de li Amedê di nava Konferansa Yekîtiya Kurdan a Kurdistanê diyar kir ku êdî pir girîng e ku kurd kongreya yekîtiya neteweya xwe pêk bînin.

‘DI KURDAN DE HESTA YEKÎTIYÊ PIR XURT E'

Bayrak, destnîşan kir ku di kurdan de hesta yekîtiya neteweyi pir xurt e û wiha got: "Kurd heta niha ji ber sedemên cuda yên nijadî, bawerî û siyasî yên hundir û derve yekitiya xwe di asta tê xwestin de ava nekirin. nekirin. Hem di serdema Meclisa Wekîlan a Osmaniyan (Meclis-î Mebus a Osmanî), hem jî di serdema 17emîn Meclîsa Tirkiyeye de di bingehê Misak-î Millî de rêgeza ‘Bi hevre rizgarî bi hevre jiyan" hebû. Heman tişt di Qanûna Bingehîn a 1921'an de jî hebû. Lê Rêveberiya Kemalist di navbera salên 1921-22’an de bi îngilîz û Fransizan re peymanên veşarî îmze kirin û li dervê kurdan çûn peymana Lozanê. Di eleyhê Kurdan û li dervê kurdan û bi peymana Lozanê Kurdistan kirin çar perçe. Piştî Kurdistan perçe kirin şekl û şemaye her tişti hat guhertin. Başûrê Kurdistanê xistin bin mêtîngeriya Rûsya û Firansayê. Bakurê Kurdistanê xistin bin mêtîngeriya Îngîlîstanê. Îstîxbarata Tirk, rêberê kurd li hemberî Îngîlîstanan sor kirin. Di pêşengiya Şeyh Mehmut Berzencî de li dijî Îngîlîstanan serî rakirin. Kurd bi destên derve û polîtîkayên navxweyi hem ji mafên xwe yên teweyî û hem jî ji yekîtiya xwebêpar man."

'REWŞENBIRÊN KURD DI 1926'AN DE MUHUTIRA DA HIKÛMETA TIRK

Bayrak, destnîşan kir ku kurd beriya avakirina Komarê di dîrokê de gelek caran rastî komkujî û şikandinan hatin û wiha got: "Di sala 1924'an de kurd vê carê di Qanûna Bingehin a 24'an de bi xala Tirk-Îslam di 20'ê Gulana 1926'an de bi riya Cemiyetên Fransa muhtira da hikûmeta Tirk. Bayrak, anî ziman ku di vê muhtirayê de xwest azadiya gelê kurd bidin wan û ger azadiya wan neyê dayîn dê li Kurdistanê şikestinek mezin û kînek mezin pêş bikeve û wiha got: "Ger ku ev hişyari li ber çavan bihata girtin îro ew qas êş, hêsîrên çavan pêş nediket. Wê demê her kesî guhê xwe girt."

‘YÊN TENAZULÎ BRAKÛJÎYÊ BIKIN DÎROK WAN EFO NAKE

Bayrak, destnişan kir ku polîtîkayên dewletên serdest hêj li hemberî kurdan nehatiye guhertin û wiha got: "Hêzên serdest li aliyekî li cem kurdekî cih digire û li dijî kurdên din polîtika dijminantiyê pêş dixe. Di nava kurdan de polîtîka brakujiyê pêş dixin. Divê kurd êdî neyên lîstika birakujiyê. Kî îro tenazulî brakujiyê bikin nayen efokirin.

'PÊNGAVA 2011'AN GAVEK DÎROKÎ BÛ'

Bayrak, destnîşan kir ku êdî yekîtiya kurd ji berê xurttir e û wiha berdewam kir: "Ez 50 salin hem şahid û hem jî diroka kurdan dijîm. Ez pêvajoya berê dizanim. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê Konferansa Kurdistanê gavek girîng bû. Ji ber ku di vê konferansê de ji hemû tevgerên kurdan ên li Tirkiye ji her tevgerekê 5 nûneran di nava vê konferansê de cih girt. Ne tenê ji partiyên siyasi, ji hemû bawerî, komele, sendika û rêxistinên kurdan nûner û vîna kurdan cih girt. Encamnameya vê konferansê gelek grîng bû."

'DI ŞERTÊN GIRÎNG DE JÎ DIVÊ KONGRE PÊK BÊ'

Bayrak, destnîşan kir ku di şertên neyînî û OHAL'ê de Qanûna Bingehîn tê avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: Dîvê li gel hemû şertên dijwar de divê kurd weki konferansa 2011'an pêk bînin. Kurd ji her demê bêtir mafdar in. Di tekoşîn û tevgerên azadiya gelan de heza heri mezin mafdariya wan e. Di vir de kurd heta dawî xwedî maf in. Kurd tiştekî cuda naxwazin. Mafên xwe yên bingehîn dixwazin. Ger ku mirov bewer bike xwedî heq û hiqûq e ev ji bo wan hêza herî mezin e. Gelê kurd jî wekî gelên din xwedî heq û hiqûq e û divê mafên wan ên bingehîn ê mafên mirovan be dayin. Ji vî mafî piroztir tu mafên din tune ye. Ger ku gotina rewşenbirên kurd a sala 1926'an de ên mafê azadiya kurdan li ber çavan hatibûya girtin dê îro Tirkiye û kurd ne di vî halî de bûna"

'KURDAN YEKEM CAR LI ROJAVA JI BO XWE ŞER KIRIN'

Bayrak, anî ziman ku kurdan yekem car li Rojava ji bo xwe şer kirin û wiha lê zêde kir: "Em dikarin bêjin kurd yekem car ji bo xwe li Rojava şer dikin. Kurdan ne li aliyê Esad û ne jî li Aliyê Tirkiye cih girtin. Kurdan li Rojava ji bo xwe şer kirin. Ji ber vê yekê hêzên serdest ji vê rewşê bêzar bûn. Divê êdî kurd hemû pirsgirêkên xwe yên civakî, siyasî û bawerî yên navxweşî dînin mileki. Divê li ser mafê neteweyi bikin yek. Li Rojava nêzî 15 partî hene. Hema bêje her malbatek rabûne partiyek ava kirine. Divê êdî hemû rêxistin û partiyên kurdan li beşek Kurdistanê bên cem hev û kongreya xwe ya neteweyi pêk bînin. Ez weki rewşenbireki tevlêbûna kongreyê ji bo xwe erk û peyvirek dîrokî dibînim. Ez dê bi hezkirin beşdarî kongreyê bibim."


Selami Aslan - dihaber