WAN - Jin, kedkar, aktivîst û dayikên Wanê sedema ku dê ji bo çi di referandûmê de bibêjin "Na" vegotin.
Li Wanê jin, kedkar, aktivîst û Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û sedemên wê rêz kirin.
‘XWESTIN ÎSTISMARÊ REWA BIKIN'
Serokê Komeleya Jinê ya Wanê (VAKAD) a bi KHK'ê hat girtin Songul Ozunver, dest nîşan kir ku di pêvajoya OHAL'ê de tu tiştekî baş neqewimiye û wiha balê kişand ser sedemên "Na"yê: "Dibêjim 'Na', çimkî xwestin qanûnên ku îstismarê rewa bikin çêbikin, saziyên jinan hatin girtin. Cinayetên jinan zêde bûn, li gel vê kujer bêyî bên cezakirin hatin berdan."
‘BETAL IM, EZ Ê BIBÊJIM NA'
Suleyman Duman ê li Kolana Beşyolê ya herî qelabalix bi sala ye karê boyaxa pêlavan dike wiha sedemên "Na"yê vegot: "Ez vê referandûmê qebûl nakim, bi sala ye em hemû ji birçînan dimirin. Kesî ji bo Wanê tiştek nekir. AKP di dema hilbijartinan bi salan soz dan, lê binihêrin hîn jî betal im, dema du nanan bibim malê şikir dikim."
‘JI BER KUŞTINA JINAN ZÊDE BÛ DIBÊJIM NA'
Ji esnafên jin Saime Surme jî wiha got: "Wek jinekê ez xwe di ewleyiyê de nabînim, ji ber vê dibêjim 'Na'. Di 14 salan de diviya qetlîama jinan, îstismar kêm bibûnan, lê her diçe zêde dibin. Ji ber li dijî jinê şidet zêde bû, ji ber îstismarkar û mêr bêyî ceza wergirin hatin tên berdan, ji ber saziyên jin û zarokan hatin girtin ez vê qanûnê qebûl nakim. Wek mirov rêveberiya mala xwe teslîmî yekî bike, ew pêşeroja welatekî teslîmî destê yekî nakin."
‘JI DÎKTATORIYÊ RE NA'
Terzî Hasan Parin jî diyar kir ku, Qanûna Bingehîn a nû bi xwe re dîtatoriyê tîne û sedemên "Na"yê wiha vegot: "Em qanûneke bingehîn a daxwazên gelê kurd esas digire, rêz û hurmetê li mafên mirovan ên demokratîk digire dixwazin."
‘JI BER HÊVIYA AŞTIYÊ TUNE YE DIBÊJIM NA'
Dayika Aştiyê Hatice Bartin, balê kişand ser mirinên ji sala 2015'an heta niha û anî ziman ku, dê Qanûna Bingehîn a nû mirinan ranewestîne. Bartin wiha axivî: "Tim girtin, mirin çêdibin. Her roj zarokên me yên ciwan dimirin. Parlementerên me tên girtin, li girtîgehan girtî rastî îşkenceyan tên. Em hviya aştiyê tê de nabînin. Ji ber vê ez ê di referandûmê de bibêjim 'Na'."