Li 44 navendan xebatên referandumê dan destpê kirin

AMED - KCD, HDK, TJA, DBP û HDP di çarçevoya xebatên hilbijartinên referandûmê de ku bi gotina ‘Na’ xebatên rêxistin bûnê dikin dê li 44 navendan gel re bicivin. Xebatên ku ji aliyê 8 koordînasyonên hatî avakirin ve tê meşandin stratejîk tê nirxandin.

KCD, HDK, TJA, DBP û HDP ku di çarçevoya hilbijartina referandumê ya ji ber guhertina makezagonê 31’ê Çileyê bi gotina “Na” xebatên referandumê dan destpê kirin, civînên gel lidarxistin. Di vê çarçevoyê de navbera 7 û 19’ê Sibatê de bi tevlîbûna KCD û sazî û komaleyên hevparên wî, parlementer, siyasetmedar û endamên TJA’yê li 44 navendên heremê civînên berfireh dê bi gel re were lidarxistin.

LI SER ÇÛYÎNA SINDOQAN TÊ RAWESTANDIN

Civînên bi rojeva referandumê tê lidarxistin, di bingeha rêxistinbûna ‘Na’ de pêk tê. Pê ve girêdayî mijara civînan pêvajoya salên dawî li heremê û sedemên gotina ‘Na’ ya referandûmê de ji gel re bê gotin. Armanca civînan jî bi diruşmayên “Ji bo jiyana nû”, “Ji bo jiyana bi hev re”, “Ji bo Komara Demokratîk” û “Ji bo azadiya jinê” rêxistin kirina ‘Na’ ye. Xebat li heremê û Tirkiyê ji dû milan ve tê meşandin, her wiha li ser çûyîna ser sindoqan tê rawestandin. Li heremê di pêşengiya KCD, DBP û TJA’yê ve, li Tirkiyê jî di pêşengiya HDK û HDP’ê ve li qadan xebat dê were meşandin.

8 KOORDÎNASYON 44 NAVENDAN BI GEL RE DICIVE

Di çarçevoya xebatên referandûmê de 8 koordînasyonên navendî hat avakirin. Li heremê jî di bin sêvana 8 koordînasyonan de koordînasyonên cûda dê bê avakirin û ev jî dê xebatên ‘Na’ bide meşandin. Di civînên tê lidarxistin de yê herî balkêş, giranî didin li ser navendên wekî Amed, Nisêbîn, Cizîr û Gever’ê ku mehan qedexeya derketina kolanan hatî îlankirin û hatî hilweşandin.

‘YEK ZILAMIYA AKP’Ê QEBÛL NAKIN’

Aligirê Hevserokê Giştî ya DBP’ê Mehmet Arslan derbarê Koordînasyona Referandumê agahî parve kir û anî ziman ku xebatên koordînasyonê dê rewşa hilbijartinê diyar bike û got ku ew dê bi xebatan encam bigrin. Arslan diyar kir ku armanca wan ya bi xebatan makezagona demokratîke û wiha axivî: “Hişmendiya CHP’ê ya statuko jî yek zilamiya AKP’ê jî qebûl nakin.”


Arslan destnîşan kir ku hewcehiya Tirkiyê bi makezagona demokratîk heye û axaftina xwe wiha domand: “Em ne zorî hilbijartina qencê xirabê ne. Ji ber ku êdî tû mafê axaftinê ya gelan namîne. Rola KCD, HDK, TJA, DBP û HDP’ê li peşiya yek zilamiyê bûna bendave. Zordestiya AKP’ê ya polîtîkayên qirkirinê bi rêxistin kirina ‘Na’ dê dawî bibe. Ji yek zilamiyê re bi hêz û avayek xurt bêjin ‘Na’.”

DÎROK û NAVENDÊN CÎVANAN

Civînên 44 navendên heremê bê lidarxistin wisa ye:

7’ê Sibat’ê: Çınar-Idîr

8’ê Sibat’ê: Qulp-Savur-Tuzluca-Bozova

9’ê Sibat’ê: Rezan-Qoser-Qars-Özalp-Xalfeti-Erzirom

10’ê Sibat’ê: Farqîn-Nisêbîn-Kurtalan-Kercosê-Muş-Başkalan-Wêranşer-Karayazı-Patnos

11’ê Sibat’ê: Amed-Mêrdîn-Sêrt-Şirnex-Cizîr-Kozluk-Şahinbey-Malazgirt-Wan-Erciş-Ceylanpınar-Agirî

12’ê Sibat’ê: Semsûr-Meletî-Elîh-Şehitkamil-Varto-Riha

14’ê Sibat’ê: Gever-Çelê-Şemzînan-Çewlîg

19 Sibat’ê: Xarpet

Azîz Oruç- Ozgur Paksoy