Der barê Berdevka KJA û wekîla berê Ayla Atayê de 95 sal ceza hat xwestin

AMED - Der barê Berdevka KJA û parlementera BDP'ê ya berê Ayla Akat Atayê de, bi hinceta xebatên li KCD û beşdarbûna daxuyanî û meşên di çarçoveya fealiyetên partiya siyasî de bi daxwaza heta 95 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê Berdevka KJA û parlementera BDP'ê ya berê Ayla Akat Atayê ya dema binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanakê protesto dikir û li ber Edliyeya Amedê hat binçavkirin û paşê di 30'yê Cotmeha 2016'an de hat girtin de, îdianame amade kir.

Di îdianamey ku ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin de, bi tawanbariyên "Rêvebertiya rêxistinê", 14 caran "Propagandaya rêxistinê" û "Muxalefetkirina Qanûna Civîn, Meş û Xwepêşandanan" ji 30 salan heta 95 salan bi cezayê girtîgehê cezakirina Atayê hat xwestin.

100 rûpelên îdianameya 118 rûpelî ji qeydên hevdîtina bi parêzeran ên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê bi parêzerên xwe re kiriye, agahî û nirxandinên der barê peymana KCK'ê, avakirin, birêvebirina PKK, KCK û KCD'ê de cih digirin.

Di îdianameyê de Kongreya Jinên Azad (KJA) a piştî girtina Tevgera Jina Azad a Demokratîk (DOKH) hav avakirin, wek "Rêxistinbûyîna jinan a girêdayî KCK'ê" hat derpêşkirin.

Her wiha di îdianameyê de gotina "Komploya navnetewî" ya Ata yê têkildarî anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, rexnekirina pêkanînên li "Ekîn Wan"ê, reedtweedkirina twîteen parlementerên HDP'ê wek "Propagandaya rêxistinê" hatin hesibandin.