Hay jê hebin! Beriya referandûmê dibe hin kes li ser navnîşana we hatibin qeydkirin

ÊLIH - Welatiyê bi navê Mehmet Karabaş ê qeyda xwe ya hilbijêriyê kontrol kir, hîn bû ku du welatiyên sûriyeyî li ser navnîşana wî qeyd kirîne. Li ser vê Karabaş lêkolîn kir, dît ku li ser navnîşana wî welatîtî dane sûriyeyiyan.

Beriya referandûma guherandina Qanûna Bingehîn a bi tevkariya AK Partî- MHP'ê pêk hat, yek ji mijarên zaf tê nîqaşkirin jî ew e ku dê sûriyeyî bibin hilbijêr an na, lê ev mijar li Êlihê ji niha ve veguherî dengan. Welatiyê bi navê Mehmet Karabaş ê li Taxa Fatîhê rûdinê, dema li ser înternetê jêpirsîna qeyda xwe ya hilbijêriyê kir rastî rewşeke ecêbmayî hat. Karabş ferq kir ku, li ser navnîşana wî welatiyên sûriyeyî yên bi navê Muhammed Nafi Ramadan û Muazzes Ramadan li ser qeyda wî ne û kutuka wan a hilbijêriyê heye.

WELATÎTÎ WERGIRTINE

Li ser vê Karabaş diçe Gerînendetiya Gelheyê ya Êlihê. Karabaş wiha ragihand: "Min ji rayedaran re got, bêyî min li ser navnîşana min du kes hatine qeydkirin û qeyda wan a hilbijêriyê li ser navnîşana min e. Wan jî gotî ew tam nizanin rewş çî ye, lê ev kes welatîtî wergirtine. Heke ev rewş neyê safîkirin ez giliyê rayedaran bikim."

Karabaş ji bo kesên li ser navnîşana wî hatine qeydkirin jî wiha got: "DAIŞ'î ne çi ne em nizanin. Ji ber vê, min jî daxwaza divê demildest ev xeletî bê sererastkirin kir."