ENQERE - Muftu û Parlamenterê berhê yê ANAP'ê Abdulbaki Erdogmuş, diyar kir ku di gunertina Qanûna Bingehîn de dewlet dê di mijara kurdan de demokrasiyê ji holê rake û wiha got: "Di referandumê de dengê kurdan diyarker e.
Ji bo referanduma guhertina Qanûna Bingehîn roj bi roj dengê "Na" zêde bilind dibe û belav dibe. Muftu û Parlamenterê berhê yê ANAP'ê Abdulbaki Erdogmuş, têkildarî guhertina qanuna bingehîn û polîtikayên li dijî kurdan tên meşandin ji dihaberê re axivî. Erdogmuş, diyar kir ku di gunertina Qanûna Bingehîn de dewlet dê di mijara kurdan de demokrasiyê ji holê rake û wiha got: "Di referandumê de dengê kurdan diyarker e. Erdogmuş, ku di siyaseta Partiya Saadetê de cih girtiye, mafê kurdan her dem parastiye. Erdogmuş ku demekê bi rapora “Pirsgirêka kurd" rojev ava kir, li Enqereyê jiyanek asayî dijî. Erdogmuş, diyar kir ku partiya îktîdarê bi şer û rageşiyê guhertina qanûna bingehîn di rojeva meclîsê re derbas kir û wiha got: "Niha jî ji bo vê pêşnûmaya guhertina Qanûna Bingehin erê bike dixwaze demê dirêj bike û firsendê bi dest bixe û piştre bibe referandumê. Îktidar nabiza gel distîne û dixwaze li gorî wê proje û planan çêke. AKP'ê ji bo di meclîsê de piştgiriya MHP’ê winda neke lez kir."
'GUHERTINA QANÛNA BINGEHÎN BIRYARA LI DIJÎ GELÊ KURD E'
Erdogmuş bal kişand ser hilbijartina 7'ê hezîranêû wiha got: "Divê mijar bi hilbijartina 7'ê Heziranê re bê şirovekirin. Siyaseta kurd bi awayekî xurt ket meclîsê. Hêzên siyaseta demokratîk bi awayekî xurt ket meclîsê. Hêza siyaseta demokratîk ku wisa ket meclîsê fikar û tirsa îktîdarê zêde kir. Mirov vê pêşketinê tenê bi fikara AKP’ê ve girê bide şaş e. Ev meseleya muesses û nîzamê ye. Ger ku biryar li vir nehatibe niqaşkirin û dayîn jî ez bawer dikim ku Qenaetek bi hêz biryar girt û ev siyaset bi şekil kir. Du aliyê vê guhertinê heye. Milek xwest dawî li îdîaya Dewleta Hiqûq û Demokrasiyêbîne. Mile din jî fikra ku siyaseta kurd a ku bi hêz dibe, dê bi demokrasiyê neyê astengkirin di dewletê de pêş ketibû.
BERÊ BI DARBEYA LEŞKERÎ NIHA BI DARBEYA SIYASÎ
Erdogmuş, anî ziman ku berê bi darbeya leşkerî û niha bi darbeya siyasî ya li meclîsê yên muxalif bêdeng dikin û wiha got: "Tirkiye dîsa xistin nava pêvajoya darbeyê. Bi navê "Vîna Mîllî li meclisê darbe pêk anîn. Ev guhertin pêşeroja Tirkiye diyar dike. Tirkiye heta niha dewleta demokratik û hiqûqê bû. Qubleya Tirkiye bi dewleta hiqûqê de bû. Lê niha dewlet bi guheritna rejîmê îkna bûye. Kesên demokrasî û hiqûqê diparêzin bi vê yekê îkna nebûne û di ber xwe didin. Yên di demokrasî û hiqûqê de israr dikin di nava dewletê de jî hene. Ji ber ku vana bawer dikin ku çiqas Tirkiye ji demokrasiyê dûr bikeve ew qas tê perçe bibe.
ANADOL AXA KURD Û TIRKAN E
Erdogmuş, destnîşan kir ku li Tirkiye kurd û tirk xwediyê hevpar ê axa Anadolê ne û wiha got: "Kurdistan rastiyek dîrokêye. Li Mezopotamya kurd hene. Li Anadolê kurd û tirk bi hevre lê bi cih û war bûne. Hin kurd diyar dikin ku pêwiste Anadol ji kurdan bê paqijkirin ev talûke ye.
KURD ÎRO HÊZEK MEZIN E
Erdogmuş, anî ziman ku dixwaze demokrasiyê ji holê rake û bi vî rengî dengê kurdan qut bike û wiha berdewam kir: "Dijberî vê yekê dê tevgera kurd bêtir hewldana perçekirinê pêş bikeve. Axa Rojhilata Navin ji nûve dabeş dibe. Her tişt tê guhertin. Îro kurd di dirokê de hêzek mezin in. Îro kurd hatine wê astê dibêjin 'Em nebin aşti nabe' Divê ev li ber çavan bê girtin. Êdî tenê çar welat bi kurdan eleqeder nabin. Hêzen navneteweyî bi kurdan eleqeder dibin. Ger ku di Referandumê de "Na" derkeve Tirkiye dê rotaya xwe ya ber bi Ewropa ve berdewam bike. Hêzen demokrasiyê ji bo Tirkiye bi pêş ve bibin dê bêtir têbikoşin."
Erdogmuş, xwest eniya "Na" xwe tenê li ser Erdogan û AKP'ê bi sînor neke û divê ji bo pêşeroja Tirkiye proeyan pêş bixe û bi rêxistin bike. Divê em hemû ji bo pêşeroja Tirkiye têbikoşin û "Na" li ser vî esasî pêş bikeve. Hemû kesên aqilê wan li serê wan ji ve rewşê aciz in. Her kesên ji vê yekê bêzar dixwaze Tirkiye vegere hiqûq û demokrasiyê.
Kesên mufazakar jî ji vê yekê bêzar in. Lê AKP û Erdogan venagere.
DENGÊ KURDAN DIYARKER E
Erdogmuş herî dawî anî ziman ku di vê pêvaoyê de rê li pêş siyasaeta kurt tê girtin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Siyasetmedarên kurd tên girtin. Kurd di bin zextên gelek zêde dene. Zext, zilm û zordari ji bo kurdan dibe tercûman. Dengê kurdan dê encama vê referandumê diyar bike.
Divê kurd li hemberî lîstik û hîleyan amade bin. Tu hilbijartin di şertê OHAL'ê de ne rewa û hiqûqî ye. Ev hilbijartin adîl pek naye. Dê gelek lîstik û hîle hebin. Divê her kes baldar be. Ez bawerim dê Encamek "Na-Xêr" derkeve.
Kenan Kırkaya - Selman Gozelyuz - dihaber