AMED - Di Sibata 2016'an de kesekî daxwaznameya îxbarê ji BÎMER'ê re şandiye û di daxwaznameyê de heqaretî Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê kiriye, darvekirina HDP'iyan xwestiye û pesnê AK Partiyê daye. Li ser vê îxabarê û îdiayên wî kesî Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê Kişanakê de lêpirsîn vekiribû û ji miduriyeta polîsan xwestibû der barê van îdiayan de lêkolînan bike, lê miduriyetê bersiveke balkêş da. Miduriyeta Polîsan a Amedê, ragihand ku ew rastî tu tespîteke ku Kişanakê alîkariya madî û makîneyên kar ji bo PKK'ê kiriye nehatine.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, der barê Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a di 30'yê Cotmeha 2016'an de hat girtin de, bi daxwaza 230 sal cezayê girtîgehê doz hatibû vekirin. Lê piştî girtina Kişanakê belgeyek balkêş ji dosyeya wê derket û ev belge di wesfê betalkirina qeyûma tayînî şaredariyê de ye. Beriya qeyûm tayînî şaredariyê bê kirin, çapemeniya hewzê Kişanakê kiribû hedef û diyar kiribûn ku bi makîneyên karî yên şaredariyê xendek dane kolandin û alîkariya PKK'ê kiriye.
ÎXBAREKE KU JÊDERKA WÊ MEÇHÛL E
Derket holê ku, kesekî ku li navçeya Atakûm a Samsûnê dijî, lê zayned, agahiyên navnîşan û nasnameya wî tên veşartin bi îdiaya alîkariya PKK'ê kiriye di Sibata 2016'an de li Navenda Ragihandinê ya Serokwezîrtiyê (BÎMER) îxbar û giliyê Kişanakê kiriye.
BI 'HADÊ BISMILAH' DAWÎ LI ÎXBARÊ ANÎ
Kesê nasname, zayend û agahiyên navnîşana wî tên veşartin di îxabara xwe de wiha gotiye: "Hîn li benda çi tê sekinandin. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê resmen alîkariya madî û makîneyên karî li PKK û HDP'ê kiriye. Sûcê wê sabît e. Kî dizane bê çend trîlyonên şaredariyê ji bo wan bêşerafan ragihandiye. Çima ev jin ji peywirê nayê girtin. Divê demildest hemû serokê şaredariyan ên alîkariya PKK û PYD'ê dikin ji peywirê bên wergirtin. Divê dawî li karê karmendên PKK û HDP'î bê. Divê demildest destnedayîna parlementerên HDP'î bê rakirin. Divê li Dîwana Gewre demildest ji ber îxaneta welat bên darizandin. Ji bilî vê, divê li lijneya meclîsê demildest cezayê darvekirinê bê qebûlkirin. Yê rastî cezayê darvekirinê bê, heke bavê min be jî divê înfaza wî pêk bê. Ez li bendê me ku partiya me AKP vê û mijarên wek vê di nava 24 saetan de têxe meriyetê. Hadê Bsimilah."
DOZGERÎ BI LEZ Û BEZEKE JETÎ LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN
BÎMERÊ, di 24'ê Sibata 2016'an de daxwaznameya giliyê ji Wezareta Dadê, Wezareta Karên Navxweyî, Serdozgeriyên Komarê yên Samsûn û Amedê re şand. Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorî ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya li ser daxwaznameya îxbarê ya BÎMER'ê bi lez û bezeke jetî lêpirsîn da destpêkirin, ji Muduriyeta Şaxa Têkoşîna Terorê ya Muduriyeta Polîsan a Amedê re nivîsek şand. Dozgeriyê di talîmatê de xwest îdiayên ku Kişanakê alîkariya PKK û KCK'ê kiriye bên lêkolînkirin û agahiyên ku berê di vê mijarê de lêpirsîn hatine vekirin an na xwest.
MUDURIYETA POLÎSAN: TU TESPÎT NEHATINE KIRIN
Muduriyeta Polîsan a Amedê, lêpirsîna der barê Kişanakê de temam kir û di 16'ê Adara 2016'an de nivîs ji dozgerê ku lêpirsînê dide meşandin re şand. Di nivîsê de hat diyarkirin ku Kişanakê bi tu awayî alîkariya PKK'ê nekiriye û di nivîsê de wiha hat gotin: "Têkildarî îxbara behsa wê tê kirin, tu alîkariyeke madî û alîkariya makîneyên karî ya Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku li rêxistina terorî ya PKK/KCK'ê kiriye nehatiye tespîtkirin û ji aliyê muduriyeta me ve der barê Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê ya di dîrokên cuda de der barê wê de giliyên sûcî hatine kirin, ewraq hatien sererastkirin û Dozgeriya Komarê re hatiye şandin."
Piştî nivîsa muduriyetê ji dozgerriyê re şand, agahî bi dest neketin ku dê dozgerî der barê Kişanakê de biryara devjêberdana şopanê bide yan na. Nivîsa ji aliyê muduriyeta polîsan ve hat şandin û daxwaznameya îxbarê di dosyeya doza ku Kişanakê jê girtiye hat bicihkirin.
Denîz Tekîn – dîhaber