Parêzer Karakaş: Destûr nadin em Rojnameger Turfent ziyaret bikin

COLEMÊRG - Parêzera Rojnemevan Nedîm Turfent Harîka Karataş diyar kir ku 8 meh in Turfent bi avayek bê hiqûqî di girtîgehê de dimîne. Karakaş, anî ziman ku destûr nadin ew wekî parêzer biçin dîtina Turfent û îdîanameyê ji wan vedişêrin.

Binpêkirina mafên rojnemevanan berdewam dikin. Di rapora Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad a Çileya 2017'an de jî hat diyarkirin ku 14 rojnameger hatin binçavkirin û jê 7 rojnameger hatin girtin. Der barê 3 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin, li 5 rojnamegeran cezayê hepsê hat birîn. Parêzera Rojnemavan Nedîm Turfentê ku 13 Gulanê heta niha girtiye Harîka Karataş balkişand ser bê hiqûqiya ku ev 8 mehe didome.

Karataş diyar kir ku ji ber ku Turfent nûçeyên qetlîamên li Gever pêk dihat çêkiriye ji aliyê pelîsan ve îdianeme hatiye amadekirin û wiha got: "Turfent ji ber îfadeyên şahidan niha li girtîgehê ye. Îfadeyên şahidan bi îşkencê hatiye girtin. Ev îfade berê hatine amadekirin û didin îmzekirin. Ne tenê ji bo Turfent, ji bo hemû girtiyên li Geverê heman rêbaz bikar anîne." Karataş da zanîn ku Turfent ji Girtîgehe Colemêrgê sevkî Girtîgeha Tîpa M ya Wanê kirine û niha nahêlin ku ew Turfent ziyaret bikin û wiha berdewam kir: "Dema em diçin ziyareta Turfent me zêdeyî 4 saetan didin rawestandin. Piştî rawestandina 4 saetan dîsa nahêlin em Turfent bibînin. Herî dawî dema em çûn Turfent bibinin, dîsa astengî derxistin û nehiştin em Turfent ziyaret bikin. Em tenê dizanin ku Turfent sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Wanê kirine."

'TU DELÎLÊ GIRTINÊ TUNE'

Karataş anî ziman ku êrîşên li ser rojnemavanan zêdetir berdewam dikin û wiha axivî: "Îdîanameyên ku tên amadekirin tenê kaxizan tije dikin. Rojnanamevanan ji ber hilperana gel nîşan dane tên girtin. Ji bo girtina rojnemavanan tu delîl tûne ye lê tên girtin. Ji bo Turfent delîl tenê bi wênekêşa xwe li qada pevçûnê hatiye dîtin e. Wek bijîşkek tevî bi berdilka xwe li nexweşxaneyê be."

ROJNAMEVANAN HEDEFIN

Karataş DÎHA ya ku bi KHK'ê hat girtin û dehan zêdetir nûçegîhanên wê girtîne da bîrxistin û wiha got: "Dewlet dixwaze wek ANF'ê DÎHA yê jî tororîze bike û hedef bide nîşandin." Karataş diyar kir ku îdîaname ya Turfent amade ye lê nadin wan û wiha bi dawi kir: "Runiştina Turfent wê li Colemêrgê bê dîtin. Dive ku di rûniştina yekemîn de tahlîye bibe."