NAVENDA NÛÇEYAN - Li aliyekê nîqaşên Serokê DYE'yê Trump alîkariya ji bo YPG'ê qut kiriye tên meşandin, li aliyê din hêzên QSD'ê ku YPG jî di nava wan de hene, ji bo pêngava sêyemîn a operasyona Reqayê hemû amadekariyên xwe bi dawî kirin.
Li aliyekê di Rojnameya Washîngton Post de nûçeya "Trump alîkariya ji bo YPG'ê qut kir û rawestand" bû sedemê nîqaşan li aliyê din Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku di nava wan de piranî hêzên YPG'ê hene ji bo pêngava 3'yemîn a operasyona Reqayê ku di 6'ê Mijdara 2016'an de dabû destpêkirin hemû amadekariyên xwe bi dawî kirin.
TABKA HAT DORPÊÇKIRIN
Hêzên QSD'ê ku di pêngava yekemîn de bakur û rojavayê Reqayê ji DAIŞ'ê paqijkirin, di 10'ê Kanûna 2016'an de bi navê "Xezeba Firatê" pêngava 2'yemîn destpêkirin û rojhilat û rojavayê gundên Cebar, Qeleya Cebarê û bajaroka Siwêdiye ji çeteyan paqijkirin, 2.5 kîlometre nêzî navçeya Tabka bûn, navçe û bendava Tabka dorpêçkirin. Hatibû gotin ku pêngava QSD'ê ya duyemîn a ji bo bihêzkitina eniya parastina vê xetê hatiye temamkirin û dê pêşde neçe.
DÊ TÊKILIYA DAIŞ'Ê YA BI IRAQ Û SÛRIYEYÊ BÊ BIRÎN
QSD ku pêngava duyemîn li Tabkayê bi dawî kir, Berdevkê Odeya Çalakiya "Xezaba Firatê" Cîhan Şêx Ehmet diyar kiribû ku ew ji bo pêngava 3'yemîn a operasyonê amadekariyan dikin. Pêngava 3'yemîn ku ehmet behs dikir daneyên wê derdikevin holê. Tê payîn ku hêzên QSD’ê dê pêngava 3’yemîn ji başûrê Hesekê bide destpêkirin û ji rojava ve Reqayê dorpêç bike. Hedefa herî girîng a vê pêngavê kontrola riya Mûsil Reqa û Mûsil Deyr El-Zor ye. Bi vî rengî hêzên QSD’ê yên ki bakur û rojava ve 20 kîlometre nêzî Reqayê dibin tê payîn ku ji rojava ve jî nêzî Reqayê bibin.Dê bi vê hemleyê riya DAIŞ’ê ya Iraq û Sûriyeyê bê qutkirin û di pêngavên pêş de destûr nedin ku bikevin bajar. Tê gotin ku dê QSD pêngavê di demek kurt de bi dawî bike Tabka û bendavê bidest bike û planên pêngava 4’emîn bide destpêkirin.
HEDEF REQA Û DEYR EL-ZORÊ YE
Hat diyarkirin ku di pênvaga dawî de jî DAIŞ’ên li Reqa û Deyr El-Zorê di hedefa QSD’ê de ne, hemû fermandarên QSD’ê di daxuyaniyên xwe de dibêjin “Li ser axa Sûriyeyê DAIŞ li kuderê be emê biçin wir” û ji bo gotina xwe bi cih bînin dinava lêgerînê de ne.