ÎZMÎR – Nivîskar, helbestkar û wêjevan Akîf Kurtuluş diyar kir ku Tirkiye ji dîroka xwe wekî îro ber bi tarîtiyê ve neçûye û ji ber vê yekê jî ew ê ji bo jiyanekî baş bibêje "Na".
Pêşnûmeya gunertina qanûna bingehîn piştî ku ji aliyê Serokomar Tayyîp Erdogan ve bê îmzekirin dê referandûm pêk bê. Helbestkar, nivîskar û wêjevan Akîf Kurtuluş diyar kir ku Tirkiye di dîroka xwe de heta îro ber bi tarîtiyê ve neçûbû. Kurtuluş bi gotinên zanyara siyasetê ya almanî Hannah Arent ve rewşa Tirkiyeyê vegot: "Xirabî ji rêzê dibe. Civak xistin nava dorpêça şîdetê. Ji bo bêhn nekeve goşt em xwê dikin Niha em ji Tirkiyeya ku bêhn ketiye xwê derbas dibin."
'EM Ê JI TARÎTIYA KU EW DIXWAZIN RE BIBÊJIN NA'
Kurtuluş diyar kir ku li Tirkiyeyê hiqûq nemaye û wiha berdewam kir: "Her roj rêveberên HDP'ê û parlamenter tên binçavkirin û girtin. Di warê muxalefetê de HDP'ê partiya muxalefetê ya esasî ye. Avahiyên HDP'ê hatin şewitandin, xebatkarên li qadan dixebitin hatin binçavkirin. Teror hate meşandin. Niha jî em ê bi OHAL'ê re biçin referandûmê. Ev pir demokratîk nîne. Lê ligel ku demokratîk nîne jî em ê ji berpirsyariya xwe narevin. Em ê ligel hemû nedemokratîkbûnê jî dengê xwe derxînin. Em ê bi dengê xwe bawer bin. Ev dend dê zêde bibe. Em ê ji tarîtiya ku ew dixwazin re bibêjin na."
Kurtuluş diyar kir ku pêşnûmeya heyî ya qanûna bingehîn derveyî rêgeza cudatiya hêzan e û wiha pêde çû: "Hemû xwendekarên hiqûqê di pola yekemîn de hîn dibin ku di bingeha demokrasiya parlamenteriyê û sîstema serokdewletiyê de cudatiya hêzan heye. Lê di vî metnê de qanûnçêkirin, rêveberin û daraz di destê kesekî de kom dibe. Navê jî nehiqûqî ye."
'HEKE QEŞMERÊN QESRÊ HEBIN DÊ YÊN LI BER XWE BIDIN JÎ HEBIN'
Kurtuluş diyar kir ku di rewşa heyî de li Tirkiyeyê hiqûq nîne, zanîngeh jî hatine feshkirin û wiha got: "Îro êdî xwendekarên fakulteyên hiqûqê perwerde nabin. Hindekarên li fakulteyên hiqûqê yên bi duristbûna zanistê bawer dikin bêtalên veşarî ne. Yên din jî bûne qeşmerên qesrê. Em di pêvajoyekî wisa derbas dibin. Li cihekî qeşmer hebin li aliyê din dê kesên li ber xwe bidin jî hebin."
Kurtuluş destnîşan kir ku di şexsê Asli Erdogan û Necmiye Alpay de hemû tirkên xwedî wijdan hatin tehdîdkirin û wiha pêde çû: "Ji bo ku tirkên wekî min terbiye bikin ew girtin. Ligel ku kurd in Muhsîn Kizilkaya yan jî Mehmet Metîner çima nayên binçavkirin? Ji ber ku Asli û Necmiye xwedî wicdan in. Ji me tirkan re dibêjin wekî wan nebin. Lê ez dixwazim jiyanekî min ê baş hebe. Riya vê yekê jî welatîbûna elewî, kurd û LGBT'iyan a wekhev e."
Kurtuluş destnîşan kir ku Tirkiye bi her awayî di nava şer de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em di şertên şer de ne jiyanên me perîşan bûne, em dilşad nînin. Ji ber vê yekê aştiya civakî dixwazin. Em yên ku li vî welatî aştî ji destê me girtine dizanin. Çima girtine jî dizanin. Bi bendbendîkirina civakê ve riya nîzama xwe ya totalîter ava dikin. Lê aştiya herî xirab ji 'şerê bi rûmet' baş tir e. Em aştiyê dixwazin. HDP zimanekî bi bendbendîkirinê bersivê nade ev yek min kêxweş dike. Çima dibêje 'Na' bi awayekî sade tîne ziman. Ev bi rastî jî girîng e."
'HEMÛ ZALIM TIRSONEK IN'
Kurtuluş da zanîn ku hemû zalim tirsonek in û wiha berdewam kir: "Kî dibe bila be gelo hûn jiyanekî ku hemû hêz di destê kesekî de kom bûye dixwazin? Hemû pirsgirêk ev e. Li Tirkiyeyekî bi vî rengî de kesên li cem îxtidarê be dê bibin qeşmerên qral. Lê dê jiyana wan xirab e. Dê mîrateyekî bi rûmet ji zarokên xwe re nehêlin."
'JI JIYANEKÎ BI VÎ RENGÎ RE NA'
Kurtuluş got ku ligel vî tabloya reşbîn jî dev ji hêviyê bernade û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ligel vî tarîtiyê, ligel lêgerînên nîzama totalîter jî her tim hêviyek heye. Îro jî hêviyekî muxalefetekî bi vî rengî heye. Ya ku em herî baş dikin berxwedan e, piştevanî ye. Îro jî em vê dikin û em ê bikin. Wekî hemû kesan ez jî dixwazim bi rehetî bijîm. Jixwe em ê li berxwe bidin, em ê alê ji destê xwe daneynin. Israra 'Na' bidomînin. Em jiyanekî bi vî rengî naxwazin."
Erdoğan Alayumat / Sakip Yaşar - dîhaber