Malbatên Dîlokê: Ger ne dewlet be çima vedişêrin?

DÎLOK - Parêzerên malbatên ku di komkujiya Dîlokê de zarok û xizmên wan ji yana xwe ji dest dabûn, têklidarî biryara dozgerê Komarê yê Dîlokê Fatîh Adiguzel a neşopandina dozê, diyar kirin ku ew nikarin xwe bigînin agahiyên dosyayê û agahî ji wan tên veşartin.

Li taxa Beybahçe ya Navçeya Navendi Şahinbeya Dîlokê di 20'ê tebaxa 2016'an de di daweta malbatek Berwarî ya Sêrtê de êrîşa bi bombeyî pêk hatibû û di êrîşê de 56 kesan jiyana xwe ji destan û nêzî 100 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê Dozgerê Komarê yê Dîlokê Fatih Adiguzel lêpirsîn dest pê kir û piştî 6 mehan biryara "Pêdivî bi lêpirsîn û dozê tune ye" da.

'NAVÊ 80 KESAN DI LÊPIRSÎNÊ TE TUNE'

Parêzeran bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku dozger agahiyan ji wan vedişêre. Parêzeran destnîşan kirin ku eleqeya nêzî 80-90 kesan bi bûyerê re hebûn, lê di lêpirsîna hatî kirin de tune ne. Parêzeran dan zanîn ku der barê dozê de biryara veşartî heye û nikarin xwe bigînin agahiyan. Parêzeran destnîşan kir ku ji bo kesên hatin girtin û hatin binçavkirin û her wiha der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin agahî ji dozger xwestine, lê dozger tu agahî nedaye wan.

‘GER DEWLETÊ NEKIRIBE ÇIMA VEDIŞÊRE?'

Bavê Orhan Yavuz ê 14 salî ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da Kasim Yavuz jî bertek nîşanî biryara dozgeriyê da û wiha got: "Em dê dîsa dozê vekin. Em dê heta dawî li du vê dozê biçin. Çima biryara veşatinê li ser dosyayê heye. Em nizanin çi dibe. Eger tiliya dewletê têde nebuya dê vekirî doz bihata şopandin. Ger ku ne dewlet be çima vedişêrin?"