ENQERE - Li gorî lêkolîna ku Şîrketa Lêkolînê ya Gezîcî ji bo pêvajoya referandûmê kiriye ji sedî 58.2 ji sîstema serokdewletiyê re dibêjin "Na", herî zêde jî hilbijêrên HDP'ê dibêjin "Na" û partiyên din li pey xwe hiştin.
ku Şîrketa Lêkolînê ya Gezîcî encamên anketa ku têkîldarî pêvajoya referandûmê kir aşkera kir. Serokê Lijneya Rêvber a Şîrketa Lêkolînê ya Gezîcî Murat Gezîcî yê beşdarî bernameya televîzyonekî bû diyar kir ku di anketa li 21 bajaran kirine hilbijêrên ku dê biçin sandoqan meyla wan asayî ye, yên naçin jî eyla wan "Na" ye. Gezîcî destnîşan kir ku ger ku ev welatî biçin sandoqan dê dengên "Na" zêdetir derkeve.
Gezîcî da zanîn ku di anketa wan a dawî de kesên ku beşdarî anketê bûne pirsa "ger hûn biçin referandûmê dê tercîha we çi be" ji sedî 41,2 bersiva "Erê" ji sedî 58'2 jî bersiva "Na" dane.
DI 'NA' DE HDP'Î LI PÊŞ IN
Di encamên anketê de derketiye holê ku ji sedî 22 kesên ku deng didin AK Partiyê jî li dijî sîstema serokdewletiyê ne û herî zêde jî ji sedî 95,1 hilbijêrên HDP'ê dibêjin "Na". Di rêza duyemîn de ji sedî 94 hilbijêrên CHP'ê dibêjin "Na". Ji sedî 68 hilbijêrên MHP'ê ji sedî 22,7 jî hilbijêrên AK Partiyê li pey wan in.