Pêngava 3’yemîn a operasyona Reqayê destpê kir

REQA - Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêngava 3’yemîn a operasyona Reqayê ji gundên Leqta û Hîba yên başûrê Hesekê da destpêkirin. Di pêngava ku piraniya wê ji ciwanên Erep pêk tê de armanc ewe ku xwe bigihînin hêzên pêngava duyemîn û xeta parastinê bi hêzkirine.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê di 6’ê Mijdar 2016’an de operasyonek dan destpêkirin û dest bi pêngava 3’yemîn a operasyonê kirin. Hêzên QSD’ê ku di pêngava 2’yemîn de bajaroka Siwêdiyê rizgarkirin û naçveya Tabka û bendava wê dorpêçkiribûn, pêngava 3’yemîn jî li gundên Leqta û Hîba yên başûrê Hesekê bi du milan ve da destpêkirin. Di vê pêngavê de tê plankirin ku bakurêrojavayê Reqayê ji DAIŞ’ê rizgar bikin û herêmên pêngava 3’yemîn a QSD’ê jî 25 kîlometre ji navenda Reqayê durin.

PÊNGAVA 3’YEMÎN DESRPÊ KIR

Di bin banê QSD’ê de hêzên YPG/YPJ’ê, Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, Hêzên El Senadîd, Erka Xwe Parastinê, Skor Reqa, Suwar Reqa, Ehrar Reqa û Şuheda Reqa tevlî operasyonê bûn û ji sedî 75 şervanan ciwanên Erebin. Armanca pêngava 3’yemîn xwe gihandina şervanên pêngava 2’yemîne û çeken giran ên şervanên pêngava sêyemîn bikartînin balê dikişine.

Fermandarê Odeya Çalakiya “Xezeba Firatê” Clara Reqa diyar kir ku ew ê xwe bigehînên hêzên pêngava duyemîn, xeta parastinê bikin yek û wiha got: “Pêngava 3’yemîn destpê kiriye. Em ê Reqayê ji DAIŞ’ê rizgar bikin. Herdu pêngavên destpêkê bi serkeftî derbas bûn. Di herdu pêngavan de 3 hezar û 200 kîlometrekare herêm hatine rizgarkirin. Di nava cihên me rizgarkirine de Qeleya Dîrokî ya Caber jî heye. Bi sedan gund, gundik û cihên stratejik hatin rizgarkirin. Niha jî em bi moralek mezin û bilind dest bi pêngava 3’yemîn dikin.”

JI LEQTA Û HÎBA DESTPÊ KIRIN

Fermandar Reqa da zanîn ku di pêngava 3’yemîn de armaca wan xeta parastinê kirina yeke û wiha pêde çû: “Em ê hawêra li derdora navenda bajar teng bikin. Em ê xetênparastinê bikin yek. Em wekî hêzên YPG/YPJ û QSD’ê heta xwe bigirhînin cihên di pêngava 2’yemîn de hatine rizgar kirin em ê ve operasyonê bidomînin. Em operasyonan bi bandor û serkeftî didin meşandin. Me ji du aliyan ve dest bi pêngavê kir. Ji gundên Leqta û Hîba hêzên me dest bi tevgerê kirine.”

DÊ CIVK JI DAIŞ’Ê BÊ RIZGARKIRIN

Reqa, anî ziman ku di operasyona ku piraniya wan ciwanên Ereb ên hatine rizgarkirin tevlî bûne de dê serkeftin ya wan be û wiha axivî: “Ciwanên Ereb ên ku piştî pêngava duyemîn tevlî me bûn jî div ê pêngavê de cih digirin. Ji xwe piraniya şervanên me yên li eniyan Erebin. Ji her cihên me rizgarkirine welatî tevlî me bûn û ji bo bajarên xwe têdikoşin. Em bûn hêviya gel, ciwan û jinan. Armanca me ya bingehîn ewe ku em axa xwe ji DAIŞ’ê rizgar bikin û jinên dîl ketine deste wan rizgar bikin. Em ê destpêkê zarok, jinan û hemû civakê ji bin desthilatdariya DAIŞ’ê rizgar bikin û dê têkoşîna me ya ji bo vê bidome.”

Nazim Daştan - dîhaber