'Li dijî faşîzmê em bibin yek'

DERSIM - Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu, di çarçoveya hevdîtinên Siyaseta Demokratik a li Dersimê de diyar kir ku pêwiste hemû hêzên demokratîk li dijî faşîzmê bibin yek.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dersimê bi silogana "Niha gel di axive" Civîna Hevdîtina Siyaseta Demokratîk pêk anî. Di civîna gel de Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu amade bû. Endamê MYK'ê yê HDP Ali Kenanoglu û Asiye Kolçak, hevşaredar, endamên meclîsê û gelek endamên partiyê amade bûn. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de Kolçak, diyar kir ku ew hêza xwe ji gel digirin û ji ber vê yekê dê gel rota wan diyar bike û wiha wiha got: “Di dîroka 40 salan de yên li Tirkiye azadî û wekhevî xwestin tev yek bi yek tê tasfiye hatin kirin. Parlamenterê HDP'ê Alican Onlu jî anî ziman ku pêwiste li dijî faşîzma topyekûn têkoşîna topyekun pêş bixin û wiha got: "Dersim di qada dîrokî, civakî û çandî de xwedî kevneşopiyek têkşînê ye. Dê li her derê rojeva û mijara me têkoşîn be."


Endamê MYKa HDP'ê Ali Kenanoglu jî anî ziman ku projeya HDP'ê projeya hemû gelan e û dê her dem xebat û deriyên wan vekirî be.

Civîn bi pirs û bersîvan berdewam kir.