Binçavkirin û girtin bi dawî nabin

NAVENDA NÛÇEYAN- Pêla binçavkirin û girtinan bênavber berdewam dike. Li Bazîdê 5 kes li Edeneyê kesek hatin girtin. Li Dersimê jî rêveberê DBP'ê yê berê hat binçavkirin.

LI EDENEYÊ KESEK HAT GIRTIN

Li Edeneyê roja borî Erbîl E., Murat S. û Şiyar U. yên bi hinceta der barê wan de biryara girtinê heye sewqî edliyeyê hatin kirin. 3 kesên bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin. Dadgehê der barê Erbîl E. de biryara girtinê da Murat S. û Şiyar U. jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.

LI AGIRIYÊ 5 KES HATIN GIRTIN

Li navçeya Bazidê ya Agiriyê, Stenbol û Rihayê di serdegirtinên hemwext de di 23'yê çileyê de Hevşaredarên Bazîdê Murat Rohat Ozbay û Delal Tekdemîr jî di nav de 14 kesên hatibûn binçavkirin ji wan îfadeyên 7 kesan bi dawî bû û piştî kontrola tenduristiyê derxistin dozgeriyê. 7 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 7 kesan 5 kes bi îdiaya "progandaya rêxistinê kirine" "alîkarî dane rêxistinê" hatin girtin. 2 kes jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan. Alîkara Hevşaredarên Bazîdê Berrîn Ozturk, endama meclîsa şaredariyê Gonul Ozturk, Mecbure Şahîn, Mustafa Andiç û M. Alî Donder ên hatin girtin şandin Girtîgeha Agiriyê.

7 kesên ku di nav de Hevşaredarên Bazîdê Murat Rohat Ozbay û Delal Tekdemîr û endamên meclîsa şaredariyê hene hê jî di bin çavan de ne.

LI DERSIMÊ RÊVEBERÊ DBP'Ê YÊ BERÊ HATE BINÇAVKIRIN

Li Dersimê polîsan deriyê mala rêveberê DBP'ê yê berê Emîr Alî Genç a li TOKÎ'yên Harçikê şikandin û ketin malê lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê Genç hate binçavkirin û birin emniyetê. li bajar di serdegirtinên malan ên ku beriya 4 rojan hat kirin de endamên ESP'ê Famze Daş û Elîf Çelîk ên hatibûn binçavkirin jî îfadeyên wan ên li emniyetê temam bû. Daş û Çelîk ji ber çalakiyên ku dema xwendekar bûn beşdar bûne, axaftinên telefonan tên sûcdarkirin. Li bendê ye ku îfadeya Ozgur Kîraz a ku li Mereşê hate binçavkirin jî îro bê temakirin.