Qeyûm tayînî Şaredariya Bismilê kirin

AMED - Qeymeqamê Bismilê Turgay Gulenç wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bismilê kirin.

Walîtiya Amedê Qeymeqamê Bismilê Turgay Gulenç wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bismilê ya DBP'î kir. Polîsan di 2'ê Sibatê de bi ser mala Hevşaredara Bismilê Cemile Eminoglu de girtibûn û ew binçav kiribûn. Piştî operasyona li dijî mala Hevşaredar Emînoglu, îro qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Bi tayînkirina Qemûma Bismilê re hêjmara Şaredariyên DBP’ê yên qeyûm hat tayînkirin gihişt 69’an. Niha 78 Hevşaredarên DBP’ê jî girtî ne.