4 rojnameger li Wanê hatin binçavkirin

WAN - Polîsan bi ser avahiya buroya Rojnameya Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasî ya Wanê de girtin û 4 xebatkarên rojnameyê binçavkirin.

Şevê din li Wanê, polîsan bi ser buroya rojnameyên Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasiyê de girt. Polîsan li buroya belavkirinê ya li navçeya navendî Rêya Armûşê ye lêgerîn kirine û dest danîne ser malzemeyên buroyê. Polîsan li buroyê telefonên belavkaran girtine û xebatkarên Rojnameyan Ferit Aktepe, Osman Înal, Hamdullah Kumli û Delil Babat ên rojnameger binçav kirin. Polîsan alav û amûrên li buroyê jî desteser kirin. 4 rojnamegerên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.