Cîhan Şêx Ehmed: Emê bi alîkariya gelê xwe Reqqa rizgar bikin

REQQA- Qonaxa sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê hate destpê kir, Fermandariya Odeya Çalakiyan a hemelyê bang li welatiyan kir ku dûrî noqte û bargehên çeteyan bibin. Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, diyar kir ku ew dê Reqqayê ji DAÎŞ'ê rizgar bikin.

Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi daxuyaniyê destpêkirina qonaxa sêyemîn a Hemeleya rizgarkirina Reqqayê aşkere kir. Fermandariyê diyar kir ku armanca wan bajahiya rojhilatê Reqqayê ye. Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, Mîralayî Telal Silo, Rûsipiyên herêmê, Şêxên êlên herêmê û fermandarên QSD`ê di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyanî li gundê Şabdax a Reqqayê hate dayîn. Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ve hat xwendin. Cîhan Şêx Ahmet diyar kir ku qonaxa sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê destpê dike û dê di vê pêngavê de bejahiya rojhilatê Reqqayê ji komên çete yên DAIŞ'ê rizgar bikin. Şêx Ahmet, ji şêniyên gundên wan herêmê û hemû welatiyên sivîl hate xwestin ku nêzî bargehên DAIŞ'ê û noqteyên ku dê bibin hedefa şervanên QSD'ê nebin û wiha got: "Çalakiyên leşkerî ji bo rizgarkirina erdnîgariya Reqqayê ya di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de çalakiyên leşkerî li rojavayê Reqqayê didomin. Di vê demê de em dest bi qonaxa sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê dikin û vê yekê radighînin. Her ku çeteyên DIAŞ`ê ber bi tinebûne ve tên êrîşa wan li ser gel zêde dibe. Di pêngava sêyemîn de em ê bi desteka gelê xwe gundewarên rojhilatê Reqqayê rizgar bikin û dawî li zilma çeteyên DAIŞ`ê ya li ser gelê herêmê, bînin. Bi alîkariya Şêxên êlan, Rûsipiyên herêmê û hêzên Hevbendiya Netewî yan, çi çi jî bi hêzên xwe yên taybet ku ciyê xwe di nava şer de digirin em ê Reqqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin."

Hemû gurûpên ku tevlî pêngava yekemîn û duyemîn a hemleyên bibin dê dîse ciyê xwe di pêngava siyemîn a hemleya Xezeba Firatê de bigrin. Gelek ciwan ji herêmên nû hatine rizgarkirin û gurûpên leşkerî ku nû hatine avakirin, piştî ku perwerdeya leşkerî dîtine û çek rakirine dê tevlî qonaxa sêyemîn a Hemlê bibin. Di vî şerê dijwarê rizgarkirina Reqqayê û gundên wê de em bang Ii gelê xwe dikin ku ji cî û navendên çeteyên DAIŞ`ê dûr bikevin. Her wiha dema ku hêzên me gihîştin herêmê wan alîkarî bikin û werin herêmên bi ewle yên di bin parastina hêzên me de.

Em bang li ciwanên Reqqayê dikin ku tevlî nava refên hêzên me bibin û tevlî rizgarkirina Reqqayê û herêmê bibin. Em ji bo birîndaran şîfa dixwazin