Miduriyeta girtîgehê rojnameya gef nivisand nneda girtiyan

WAN - Midûriyeta Girtîgeha Tîpa T a Wannê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya gefa midûr a wekî "Ezê bibim Esat Oktayê we. Hûn neçarin hurmetê nîşanî min bidin. Xwedayê vê derê ez im" nivîsand neda girtiyan.


Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, îşkence li girtiyan hat kirin. Parêzer Bariş Oflas ê li girtîgehê bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn got, di 23'ê Çileyê de mudurê duyemîn ê girtîgehê yê navê wî nehat zanîn, tevî komeke gardiyanan a ji 20 kesî pêk tê bi ser qawîşeke 5 kesî de girtiye û girtiyên bi navê Şahin Encu, Kemal Kahraman, Hakan Bilekçi, ahmet Çelik û Ozhan Ceyhun pêşî li ber kamerayan û paşê jî li odeyake kamera lê tune bûne îşkence kiriye. Parêzer Oflas, got "Di 23'yê mehê de anons tê kirin û tê gotin ku ber êvarî bila gardiyanan dernekevin û li cihê xwe bisekinin. Di berdewamiya vê de, mudurê duyemîn û komeke gardiyanan a ji 20 kesî pêk tê bi ser qawîşa behsa wê tê kirin de digirin. Dema mudur çawa dikeve qawîşê raste rast dest bi heqaretan dike û dibêje, 'Ez ê bibim Esat Oktayê we. Hûn mecbûr in hurmetê nîşanî min bidin. Xwedayê vê derê ez im. Qiralê vir ez im, dema ez bêm divê her kes rêz bibe û amade be.'"

Nûçeya gefên midûriyeta Girtîgehê di 3'ê Sibatê de di rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de hat weşandin. Rayedarên girtîgehê duh Rojname neda girtiyan. Nûçegîhanê DÎHA'yê hat girtin ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî ye, bi riya telefonê agahî da malbata xwe û anî ziman ku rayedaran duh rojname nedaye wan.

Turfend, anî ziman ku rayedaran bi hinceta “nûçeyên îtîbara saziyê dihejîne hene" rojname nedaye wan.