‘Jiyana 10 kesên binçavkirî di talûkê de ye’

MÊRSÎN - Malbatên kesên ku 14 rojin li Midûryeta Polîsan a Mêrsînê di bin çavan de ne diyar kirin ku xizmên wan rastî îşkenceyê tên, jiyana wan di xeteriyê de ye û 10 kes li cem doktor tenê 10 saniyeyan muayine bûne.


Li Mêrsînê 18’ê Çileyê di bin navê DHKP-C’yê de 10 endamên Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD) û Komeleya Gelan a Mêrsînê hatin binçavkirin, malbatên 10 kesên ku ev 14 rojin di bin çavan de ne û îşkenceya li wan hatibû kirin bi belgeyan hatibû ragihandin bertek nîşanî pêkanînan dan.

Hevjîna endamên PSAKD’ê Haydar Yildirin ku ji sedî 80 astengdare û di bin çavan de ye Zeynep Yildirim diyar kir ku hevjînê wê û hevalên wî ji roja hatine binçavkirin heta niha di greva birçîbûnê de ne. Yildirim anî ziman ku dema anîn û birina nexweşxaneyê hevjîn wê û hevalên wî hatine derpkirin wan ev bi çavên xwe dîtine û wiha got: “Ji ber îşkenceya zêde ya li hundir ev 4 rojin nikarin av bigirin. Bere jî di dema greve de şekir û xwê nedabûn wan. Me ji bo têdikoşiya û me bi parêzeran zext li wan kirin. Me zext li dozger kir lê tu daxwazên me heta niha ne hatine qebûlkirin. Ger avê venexwin dê di laşe wan de zirarên cuda çêbibin. Ji ber wê divê demildest rewşa wan bê sererastkirin.”

‘10 KES 10 SANIYEYAN DE HATIN DERMANKIRIN’

Yildirim, bi lêv kir ku ew ji jiyana kesên di bin çavan de ne bi fikarin û wiha pêde çû: “Dema hevjînê min Haydar ê ji sedî 80 astengdarin anîn nexweşxaneyê xwe li ser piyan nedigirt. Cara dawî dema anîn nexweşxaneyê li ber wesayîtê hevjînê min û hevalên wî derpkirin. Em her roj li ber deriyê nexweşxaneyê disekinin, ji ber wê her roj wan dibin nexweşxaneyek cuda. Cara dawî dema me dît; wesayît hat ber deriyê nexweşxaneyê lê kesek ne anîn xwarê. Doktor hat û ketin û derketina wî ya wesayîtê 10 saniye bû. Piştre birin û çûn. 10 kes 10 saniyan de derman kirin. Di 10 saniyan de dermankirin çit ê kirin. Ev işkenceye. Wezaretê Dadê dibêje îşkence tune ye lê îşkence heye. Ji tiştên rû bidin polîs û dozger berpirsyarin. Em ê rawestîna xwe ya li ber deriyê nexweşxane û dadgehê bidomînin. Ger ew li wir bimirin bila em jî li vir bimirin.”

‘DIBE KU MIRIN ÇÊBIBIN’

Yildirim, bi lêv kir ku rewşa Seval Arici xeteriya xwe diparêze, xwînbûna wê didome û wiha domand: “Arici di greva birçîbûnê de ye û bi vî halê xwe rastî derpkirinê tê. Dema herî dawî me Arici dît xwe li ser piyan nedigirt û ger demildest çareseriyek pêk neye dibe ku mirin çêbibin.”

Xizmê Dîlan Îzra ya di bin çavande ye Cengîz Îzra bi lêv kir ku Dîlan beriya mehekê ji ber hestiyê pişta wê şikestibû emelyat bûye û wiha axivî: “Bi korseyê hesin dikare xwe bigire û bi rapora doktor divê 5 deqeyan zêdetir ne rûne ji bo wê xwtere. Lê ev 14 rojin di bin çavan de ye. Pêkanînên tên kirin dijmirovî û dijhiqûqî ne. Em dixwazin kesên di bin çavan de ne bên berdan. Me li ber nexweşxaneyê bi çavên xwe dît ka çawa îşkence li wan hatiye kirine. Bi wêneyan jî ev îşkence hatibû nişandan. Divê demildest kesên bin çavan dene derxînin dozgeriyê, serbest bên berdan û bên tedawîkirin. Ger wiha nekin em ê her roj biçin ber deriyê dozgeriyê û wan ‘nerihet’ bikin.”