ENQERE - Di duyemîn rûiştina doza qetlîama 10’ê Cotmehê ku li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê de tê dîtin dê birîndar û malbatên gazindekeran biaxivin. Di dozê de dê parêzer derbarê berpirsyariyên erkdarên civakê de hinek daxwazan bînin ziman.
Duyemîn rûnişatina doza êrîşa qetlîama 10’ê Cotmahê ku nêzî 100 kesî jiyana xwe ji dest dabû dê di 6’ê Sibatê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. Dê rûniştina duyemÎn hefteyekê bidome. Bi îdîanameya ku 9 meh piştî qetlîamê hat qebûlkirin rûniştina yekem a doza qetlîama 10’ê Cotmehê di 7-11’yê Mijdarê de hatibûn dîtîn.
Di dozê de 36 bersûcên DAIŞ’ê cih giritn, hinek ji vana fîrarîne û di rûniştina bihûrî de bi girtina 2 kesan re bi girtî 17 bersûc niha girtîne. Ji 17 kesên girtî hinek ji ber “mirov kuştine” hinek jî ji ber “endamê rêxistinê ne” tên darizandin.
Di roja destpêkê ya dozê ku dê Duşemê destpê bike de ger bên dozê dê îfadeya Hatîce Akaltin û Esîn Durgun ên bêgirtî tên darizandin bên giritn. Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de cih girtine hinek bersûcên fîrarkirine hatine kuştin, hat îdîakirin bersûc Kadîr Cebel piştî dozê, bersûc Mumahmmet Zana Alkan jî li Reqayê hatine kuştin.
Li bendê ye ku di dozê de 500 xizmên 100 kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndarên qetlîamê biaxivin. Parêzerên dozê jî daxwaza hevdîtinên telefonan, qeydên HTS, qeydên bas kiribûn. Hinek ji van daxwazan gihiştibûn dadgehê hinek jî hêjî ne gihiştine dadgehê. Parêzer dê di vê rûniştinê de jî daxwaza berpirsyariyên erkdarên civakê bikin.