AMED - Xizmên windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Muhterem Ayato yê ku ji mala xwe hat girtin û carekdin jê agahî ne hat giritn pirsin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmênwindalan li Amedê bi slogana "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" cara 417'emîn çalakî li dar xistin. Xizmên windayan ku her hefte çalakiya xwe li Parka Koşuyoluyê pêk dianîn, bi fermana walî bi hinceta OHAL’ê li Salona Konferansê ya ÎHD’a Amedê çalakiya xwe didomînin. Xizmên windayan di çalakiyê de wêneyên kesên ku hatine windakirin hilgirtin.
Di çalakiyê de Rêveberê ÎHD’ê parêzer Hasan Yalçin axivî û diyar kir ku ji bo kujer bên darizandin bi salane têdikoşin lê ligel têkoşîna tê dayîn hêjî kujerek jî ne hatiye dîtin. Yalçin da zanîn hemû serlêdanên wan bê encam mane û heta winda bê dîtin dê têkoşîna wan bidome.
ŞAHID: 28 ROJAN ÎŞKENCE DÎT
Piştre endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Adnan Orhan çîroka Muhterem Ayato yê k udi 9’ê Sibata 1994’an de dema ji gundê Yayik ê Pasûra Amedê diçû mala xwe ya li Farqînê hat binçavkirin û carekdin agahî jê nehat girtin vegot. Hat gotin ku dema bi mînîbusê divegeriya mala xwe li ser riya Malabadî wesayît ji aliyê leşkeran ve hat raxwestanin, piştî kontrola nasnameyan Muhterem Ayato û Mehmet Şîrîn Baran hatin binçavkirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Ferqînê.
Li gorî zanînên ku Mehmet Şîrîn Baran ku bi Ayato re di bin çavan de bû dane, Ayato li Femandariya Cendirmeyan 28 rojan îşkence dît û carekdin agahî ji wî ne hatiye giritn.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.