Daxwaza berdana Yuksekdag hat redkirin

AMED - Dadgeha ku rewşa girtina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag nirxand, daxwaza berdana wê red kir û daxwaz kir ku doz sewqî Enqereyê bê kirin.

Îtiraza ku parêzerên Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ye ji bo bê berdan nirxand. 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ya îtiraz nirxand biryara berdewama girtîbûna Yuksekdag da. Dadgehê bi hinceta ku cihê "sûc" Enqere ye dosya ji Dadgeha Cezaya Giran a Nobedar a Enqereyê re şand.

83 SAL CEZA TÊ XWESTIN

Di îdianameya ku hat amedekirin de tê gotin ku Yeksekdag ji ber xebatên xwe yên di nava KCD'ê ya ku wekî "organa qanûnçêkirinê ya rêxistinê ye" bi îdiaya "rêveberê rêxistinê ye" bê cezakirin.

Di îdianameyê de der barê Yuksekdag de ji 30 salan heta 83 salan cezaya girtîgehê tê xwestin.