AMED - Dozgerê komarê yê Amedê der barê Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk de heta 22.5 sal cezayê girtîgehê xwest. Heyeta dadgehê ku biryara bê erkdayînê da dosya şand Enqereyê.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de, der barê Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk de îdîaname temam kir. Îdîanameya Tugluk ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Dozger di îdîanameya ku ji 117 rûpelan pek tê de, xebatên KCD'ê wekî “avakirina rêxistinê û rêvebirina rêxistinê" hesiband û ji 15 salan heta 22.5 salan cezayê girtîgehê xwest. Heyeta dadgehê ku îdîaname qebûl kir, biryara bê erkdayînê da û dosya şand Enqereyê. Heyeta dadgehê der barê sedema dosyaya Tugluk de hinceta "Tugluk di 26'ê Kanuna 2016’an de li Enqereyê hat binçavkirin û îkameta wê li Enqereyê ye û îdîaya ku Tugluk sûcê “Rêveberiya Rêxistinê kiriye" li Enqereyê ye û bi vê sedemê biryara bê erdayinê da. Heyetê biryar da ku dozê bişînin Dadgeha Cezaên Giran a Nobedar.